ERBÎL
Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqa Federal di malpera xwe ya fermî de der barê lihevkirina Îran û 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlehiya YEyê û Almanyayê (5+1) de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku lihevkirina Îran û 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlehiya YEyê; Amerîka, Îngilistan, Fransa, Rûsya, Çîn û Almanyayê (5+1) ya di muzakereyên der barê bernameya nukleer ya Îranê de erênî ye. Li ser navê aştiya herêmê em ji vê lihevkirinê kêfxweş in.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku HKIF dixwaze ku pirsgirêk bi rêya diyalog û muzakereyan bên çareserkirin: "Hikûmeta Kurdistanê, piştgiriyê dide ku pirsgirêkên ku ji ber Bernameya Atomê ya Nukleer ya Îranê derdikevin, li Cenevreyê bên çareserkirin. Kurdistan, hêvî dike ku lihevkirin ji bo diyalogên aştîxwaz û baş yên di navbera her du aliyan de bibe destpêk. Her wiha daxwaza me ya herî mezin ew e ku ev yek xizmeta îstiqrar û aştiya mayînde ya herêmê bike."