Wang Yiyê Wezîrê Karên Derve yê Çînê got ku di mijara mizakereyên nukleerê de dibe ku peymaneke berfirehî bê çêkirin.
Yî li Viyanaya paytexta Awusturyayê, li ber otêla Cobûrgê ya ku lê hevdîtinên mizakereyê tên kirin daxuyanî da rojnamegeran. Yî, got ku ji bo hemû aliyan lê herî zêde ji bo DYA û Îranê hevdîtinên dê îro û sibê bên kirin girîng in. Yî wiha axivî: "Hê jî hin pirsgirêkên girîng hene. Ez bawer im ku em ê bigihîjin encamekê baş. Dibe ku em peymaneke nukleerê ya berfireh jî çêbikin."
Îro dê Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Frank Walter Steînmeîer, Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehî û Têkiliyên bi Derve re ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Mogherînî, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrant Fabîûs, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Phîlîp Hammond bên bal hev û hevdîtinên du alî û pir alî pêk bînin.
Hevîtinên mizakereyan ên di navbera Îran û Welatên 5+1ê ku ji DYA, Rûsya, Çîn, Fransa û Almanyayê pêk tê dê sibê bidawî bibin.