Li Ezircanê texsiyek wergeriya û 3 îranî tê da birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, texsiya ku Mehdî Parvizi (51) diajot û plaqa wê 62 D 51210 ya Îranê ye, li ser rêya Ezircan û Erziromê nêzî navçeya Uzumluyê ji rê derket, ket şarampolê û wergeriya.
Di qezayê da şofêr Mehdî, jina wî Ahsem (43) û keça wan a 6 salî Helîa Parvizi birîndar bûn. Şofêrên din ên ku diçûn û dihatin ew ji wesaîtê derxistin.
Birîndar bi ambulansê va rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ezircan Mengucek Gaziyê û hat gotin ku rewşa wan baş e.
Hat gotin ku malbat ji Îranê ji bo tetîlê hat Tirkiyeyê û wê biçûna Stenbolê.