prensîbên weşanê

Anadolu Agency di dema şer, pevçûn, teror, tundî û afatê de bi rêgezên wiha nûçeyan diweşîne:

Anadolu Agency;

  1. Di dema şer, pevçûn, teror, tundî û afatê de wexta ku ji bo agahdarkirina raya giştî nûçegihaniyê dike, li gor mafên mirovan yên gerdûnî, li gor ewlehiya neteweyî û li gor pergala qamûyê tevdigere û di vê mijarê de weşangeriya ku hay berpirsiyariyên xwe heye, dike.
  2. Weşangeriya ku wê civatê sewqî tundî, teror, cihêkeriya netewî bike an jî weşana ku gel li gor çîn, netew, ziman, bawerî, zayend û herêman ji hev cihê dike û dibe sedema kîn û dijminahiyê red dike.
  3. Ji her cûre weşana ku dibe sedema tirs, alozî, dijminahî, panîk û çavtirsandinê, ku ev di nav mirovan de hestên nefretê çêdike, dûr disekine.
  4. Di nûçeyên xwe de dîqet dike ku nûçe mirovan teşwîqî tundiyê nekin, nebin sedema travmayan, rêgezên wekhevî û edaletê binpê nekin, rûmeta mirovan piçûk nexin, teşwîqî cihêkeriyê nekin.
  5. Nûçeyên şer, pevçûn, teror û tundiyê mezin nake, li gor daneyên objektif nûçeyan çêdike û çiqas ji dest bê çavkaniya nûçeyê dide û nûçeyê diweşîne. Li gor weşanên ku bi deste merciyên rayedar tên qedexekirin tevdigere.
  6. Kesên ku di êrîşa terorê an jî afatên siruştî de dimirin, heta ku malbatên wan bi wan nehisin, navê wan naweşîne.
  7. Ji ber ku jiyana mirovan qudsî qebûl dike û dev ji vê qudsiyeta jiyana mirovan bernade, nûçeyên ku der heqê bûyerên teror, tundî û afatê çêdike de mexdûr û xizmên mexdûran rencîde nake û weşana bi vî rengî nake.
  8. Di şer, pevçûn, teror û afatan de kî dibe bila bibe, mahremiyeta kesan diparêze û li gor vê esasê tevdigere ku ji bo rûmeta miriyan rêz bê nişandan.
  9. Ji weşandina dîmen û wêneyên înfazkirina cezayê îdamê û ji dîmen û wêneyên kuştina mirovan direve.
  10. Dîmenên ku wê di raya giştî de bibe sedema travmaya psikolojîk û rûmeta mirovan binpê bike, dîmenên ku rûyê mirî û birîndaran, bedena ku hatiye perçekirin an jî dîmenên lebatan naweşîne.
  11. Weşana ku rasterast an jî bi awayên din propagandaya rêxistinên sûc û terorê dike, naweşîne.
  12. Ziman, jargon, pênase, îmaj û îmayên rêxistinên terorê bi kar nayne û piştgiriyê nade propagandaya terorê.
  13. Dema ku afatek, tundî an jî bûyereke terorê dertê, nûçe û dîmenên van afat û bûyeran di çarçoveya feyde û piştgiriya civatê de diweşîne û digihîne aboneyên xwe, cih nade nûçe û dîmenên sansasyonel.