Polîtîkaya Agahdarkirinê

AJANSA ANADOLU T. A. Ş.

METNA AGAHDARKIRINA EMILANDIN Û PARASTINA AGAHIYÊN ŞEXSÎ

 

  1. ARMANC û ÇARÇOVE

 

1.1. Metna Agahdarkirina Emilandin û Parastina Agahiyên Şexsî ya Ajansa Anadolu T.A.Ş.yê (“Metna Agahdarkirinê”), di dema bikaranîna malperên înternetê yên li ser navnîşana www.aa.com.tr (….)yê da ku xwediyê wê Ajansa Anadolu T. A. Ş. ye û îdare dike (“Ajansa Anadoluyê”), ji bona emilandina agahiyên şexsî ku ji Xwediyên Agahiyên Şexsî yan jî ji kesên sêyem hatine hildan, li gor benda 10emîn ya Qanûna Parastina Agahiyên Şexsî ya bi jimara 6698an, ji bona rêbazên komkirina Agahiyên Şexsî, sedemên hiqûqî û armancên xebatên emilandina Agahiyên Şexsî, esasên neqilkirina agahiyên şexsî û wek xwediyê agahiyan ji bona hûn di warê mafên xwe da bi zelalî bên agahdarkirin, hatiye amadekirin.

 

1.2. Abone û Bikarhênerên ku malperên înternetê yên Ajansa Anadoluyê diemilînin, dema dikevin malperên ajansê ji bona agahiyên şexsî ku wek dosyeyên pênasekirin û malperên çerez di cêhazên wan da dimînin, dikarin agahiyên berfireh ji “POLÎTÎKAYA ÇEREZ Û NEPENIYA MALPERÊN ÎNTERNETÊ YA ŞIRKETA ANONÎM YA TIRK YA AJANSA ANADOLUYÊ” bixwînin.

 

1.3. Ajansa Anadoluyê dema bixwaze dikare hikmên Metna Agahdarkirinê ya navborî ji ser malperên înternetê yên li jorê hatin behskirin rojane bike, biguherîne û biweşîne. Guherîn û rojanekirinên Ajansa Anadoluyê di dîroka ku li ser malpera înternetê hat weşandin da wê bikeve rewacê.

 

1.4. Di Metna Agahdarkirinê ya navborî da wê hemû Abone û Bikarhêner cuda cuda yan jî wek Ziyaretvan bên binavkirin.

 

  1. PÊNASEKIRIN û KURTEBÊJE

Di Metna Agahdarkirinê da;

Abone                         : Kes û saziyên bi rêya pergala abonetiyê bi taybetî ji xizmetên Ajansa Anadoluyê îstifade dikin terîf dike,

Ajansa Anadoluyê      : Şirketa Anonîm ya Tirk ya Ajansa Anadoluyê ku navnîşana wê “Eti Mahallesi GMK Bulvarı No:132, Çankaya/Ankara Türkiye” ye nîşan dide,

Çerez                          : Dosyeyên metnên biçûk yên ku di cêhaz û kompîtura torê da dema ziyaretvan û bikarhêner dikevin malperê ji hêla malperên înternetê va tên tomarkirin,

Malpera Înternetê      : Malperên înternetê û www.aa.com.tr ya ku Ajansa Anadoluyê xwediyê wê ye û dixebitîne,

Agahiyên Şexsî           : Hemû agahiyên ziyaretvan û bikarhêneran in ku nasnameya wan eşkere ye yan jî meriv dikare nasnameya wan eşkere bike terîf dike,

Emilandina Agahiyên Şexsî : Bi temamî yan jî bi qismî, bi rêyên otomatîk yan jî bi saya pergaleke qeydkirina agahiyan ku perçeyekî rêya neotomatîk e qeydkirin, peydakirin, tomarkirin, mihafezekirin, guherandin, verastkirin, eşkerekirin, sinifandin û astengkirina emilandin û bikaranîna agahiyên şexsî terîf dike,

Xwediyê Agahiyên Şexsî : Ziyaretvan û bikarhênerê ku agahiyên wî/wê yê şexsî tê emilandin û bikaranîn terîf dike,

Bikarhêner                 : Abone û ziyaretvanên ji bona bikevin malperên Ajansa Anadoluyê navê bikarhêner û şifreyê ji xwe ra çêdikin û malperên înternetê bikartînin terîf dike,

QPAŞ                         : Qanûna Parastina Agahiyên Şexsî ya bi jimara 6698an ku 7ê Nîsanan 2016an di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê terîf dike,

Emelkarê Agahiyan : Kes û saziya ku li gor rayeya ji berpirsiyarê agahiyan hildide Agahiyan diemilîne û bi kar tîne terîf dike,

Berpirsiyarê Agahiyan : Kes û saziya ku armanc û wesîleyên emilandin û bikaranîna agahiyên şexsî, avakirina pergala qeydkirina agahiyan û ji rêvebirinê berpirsiyar e terîf dike,

Ziyaretvan                 : Kesên ku malperên înternetê û www.aa.com.tr, (…)ya Ajansa Anadoluyê bi armancekê bi eşkereyî diemilînin terîf dike.

  1. BERPIRSIYARÊ AGAHIYAN

Li gor QPAŞyê wek Ziyaretvan agahiyên ku hûn parve dikin yan jî Agahiyên Şexsî ku ji kesên sêyem tên peydakirin ji hêla Ajansa Anadoluyê ku wek Berpirsiyarê Agahiyan hatiye destnîşankirin li gor çarçoveya li jêrê hatiye diyarkirin wê ben tomarkirin û emilandin.

 

  1. AGAHIYÊN ŞEXSÎ YÊN TÊN EMILANDIN

Her çiqas li gor têkiliya we ya bi Ajansa Anadoluyê ra û li gor sedemên emilandina Agahiyên Şexsî yên we cure û hejmar biguhere jî agahiyên we yên ku bi Ajansa Anadoluyê ra hatine parvekirin û yan jî Ajansa Anadoluyê ji kesên sêyem peyda kirine li jêrê hatine eşkerekirin.

Agahiyên Nav û Pêwendiyê : Nav, paşnav, têlefona destan, telefona kar, navnîşan, e-posta, agahiyên fatûreyê, nimroya nasnameyê, fotokopiya nasname û belgeyên bi vî rengî.

Agahiyên Piştraskirina Nasnameyê : Agahiyên abonetiya bikarhêner û ziyaretvana, şifreyên ji bona bikevin malperê û piştrastkirina nasnameyê, Navê Bikarhêner, agahiyên pêwendiyê û Nimroyên Bikarhêner.

Agahiyên Bûyînê : Ciyê bûyînê, emir, cinsiyet, ezebî û zewac, perwerde, kar, eleqedarî û agahiya zimanê tê tercîhkirin.

Agahiyên Bikaranînê û Tiştên Zehf Tên Emilandin : Bi wesîleya cêhazên teknolojîk û bernamesaziyê tevî agahiyên ku di cêhazên bikarhêner û ziyaretvanan da tên komkirin, agahiyên dîrok û seeta ku weşanên Ajansa Anadoluyê hatine bikaranîn, naverokên ku ji ser malpera înternetê hatine xwendin, etîket, kategorî, dîroka herî dawîn ya ketina malpera înternetê, malperên ku hatina tikandin, rûpelên hatine vekirin, dema ku vekirî maye, têgehên lê geriyane, kategoriyên nûçeyên hatine vekirin, pirsgirêkên di dema emilandinê da derketine û pirsgirêkên curbecur.

Agahiyên Cî û Rewşê : Bi texmînî agahiyên cî û rewşa ziyaretvan û bikarhêneran dide. Agahiyên GPSyê û agahiyên rewşê ku ji navnîşanên IP û porte tên derxistin. Ziyaretvan û bikarhêner dema bernameyên mobîl yên Ajansa Anadoluyê bi kar tîne û bixwaze ji derdora xwe agahdar bibe li ser daxwaza ziyaretvan û bikarhêner ev tê emilandin.

Agahiyên Danûsitandinê : Agahiyên fatûre û danûsitandina aboneyan (Nav, paşnav, navnîşana fatûreyê, nimroya nasnameyê û nimroya nasnameyê ya bacê), mînakên dekontan yên ji aboneyan ra hatine şandin û danûsitandina aboneyan, nimroya danûsitandinê, nimroya fatûreyê, bihayê fatûreyê û agahiyên dîroka ku fatûre hatiye birîn.

Agahiyên Naverokê : Agahiyên abonetiyê, agahdarî, agahiyên çareserkirina pirsgirêkan, memnuniyet, sedema agahdariyê, nîşeya muşterî, dîroka nûkirina abonetiyê, naveroka pirsgirêkê k udi dema emilandinê da derdikeve, rewşa agahdarkirina navber, sedema lêgerînê û agahiyên curbecur.

 

 

  1. RÊGEZÊN GIŞTÎ YÊN EMILANDINA AGAHIYÊN ŞEXSÎ, ARMANC Û ŞERTÊN EMILANDINA AGAHIYÊN ŞEXSÎ

 

5.1. Agahiyên we yên şexsî li gor rêgezên giştî di benda 4emîn ya QPAŞyê da;

 

· Gorî rêgezên hiqûq û rastiyê,

· Rast û dema hewce bike rojanekirî,

· Ji bona armancên eşkere, vekirî û meşrû,

· Li gor armanca emilandinê û di hedê xwe da,

  • Gorî rêziknameya eleqedar ji bona armancên emilandinê di nav dema hewce dike da tên mihafezekirin û emilandin.

5.2. Agahiyên şexsî li gor benda 5emîn ya QPAŞyê beyî destûra Xwediyê Agahiyên Şexsî bi tu awayî nayên emilandin. Lê dîsa jî li gor hikmê di heman bendê da heger yek ji şertên li jêrê bi cî were beyî destûra Xwediyê Agahiyan agahiyên şexsî dikarin bên emilandin:

 

· Ji ber ku di qanûnan da eşkere ye,

· Ji ber ku bi fiîlî îmkan tunebe destûr bê hildan yan jî kesên ku bi rêyên hiqûqî destûrê nadin ji ber mecbûriyeta parastina heyat û bedena wan kesan û yên din,

· Bi şertê ku peyman hatine çêkirin û bi bicîanînê ra eleqedar be hewcedarî bi emilandina Agahiyên Şexsî yên terefên peymanê hebe,

· Ji ber ku Berpirsiyarê Agahiyan mecbûr e berpirsiyariya xwe ya hiqûqî bi cî bîne,

· Ji ber ku bi deste Xwediyê Agahiyên Şexsî hatine eşkerekirin,

· Ji bona bicîanîna heqekê pêwistî bi emilandin û parastina agahiyan hebe,

· Bi şertê zirarê nedin heq û azadiyên sereke yên Xwediyê Agahiyên Şexsî ji bona perjewendiyên Berpirsiyarê Agahiyan pêwistî bi emilandina agahiyan hebe.

 

5.3. Ajansa Anadoluyê agahiyên we yên şexsî ku di Metna Agahdarkirinê ya navborî da hatin qalkirin ji bona armancên li jêrê diemilîne:

 

Agahiyên Nav û Pêwendiyê :Nirxandina din av şirketê da, pêwendî, qeyda ziyaretvan û bikarhêneran, peydakirina daneyên aboneyên potansiyel, pêşvakirina pêvajoya piştî firotinê, pêşvakirina kar, tehsîlat, promosyon, analîz, îdarekirina gilî û gazinan, kêfxweşiya aboneyan, bazarkirin, lêkolîn, birîna fatûreyan, îdarekirina xebatên operasyonel, pîvandina kalîteya xizmetê, pêşketin, çavdêrî, kontrol, piştrastkirina muşteriyan, firotin û tesbîtkirina sextekariyê û pêşîlibergitina sextekariyê;

 

Agahiyên Piştraskirina Nasnameyê:Qeyda bikarhêner, agahdarkirina pirsgirêkan, kontrol, pêşvabirina xebatên operasyonel û meşandina xebatan, pêşvekirina kar, tehsîlat, nirxandina din av şirkete da, îdarekirina portfoya muşteriyan, pîvandina kalîteya xizmetê, pêwendî, çavdêrî, îdarekirina xetereyan, optîmîzasyon, piştraskirina muşteriyan û tesbîtkirina sextekariyê û pêşîlibergitina sextekariyê;

 

Agahiyên Bûyînê:Nirxandina din av şirketê da, analîz, pêwendî, rêvebirina pêvajoyên piştî firotinê, pêşxistina kar, tehsîlat, daneyên emilandinê, qadên eleqedar, tiştên zehf tên tercîhkirin, bazarkirin, firotin, reklam, çavdêrî, kontrol, rêvebirina xetereyan, xizmetên piştî firotinê, pîvandina kalîteya xizmetê, pêşveçûn, tesbîtkirina gilî û gazinan, meşandina xebatên operasyonel, qeyd û çareserkirina xeta û pirsgirêkan;

 

Agahiyên Bikaranînê û Tiştên Zehf Tên Emilandin:Qeyda bikarhêneran, agahdarkirina pirsgirêk û xetayan, kontrol, meşandina xebatên operasyonel û pêşvebirin, xizmetên piştî firotinê, pêşvebirina kar, tehsîlat, nirxandina din av şirketê da, bazarkirin û karên reklamê, îdarekirina portfoya muşteriyan, pîvandina kalîteya xizmetê, pêwendî, optîmîzasyon, çavdêrî, rêvebirin û kontrola xetereyan, bazarkirin, promosyon, tesbîtkirina eleqedariyan, reklam, rêvebirina gilî û gazinan û qeyd û agahdarkirina pirsgirêk û xetayan;

 

Agahiyên Cî û Rewşê:Ji bona bikaranîna fonksiyonên portalên rewşê yan jî bi rewş û cî ra eleqedar in û ji bona çavdêrî, kontrol û îdarekirina xetereyan;

 

Agahiyên Danûsitandinê:Îdarekirina birîna fatûreyan, pêşvabirina pêvajoyên piştî firotinê, pêşvabirina kar, tehsîlat, nirxandina din av şirketê da, derxistina skorê, derxistina profîlan, îdarekirina têkiliyên bi muşteriyan ra, xizmetên piştî firotinê, pêwendî, bazarkirin, kontrol, xizmetên danûsitandinê û pêvajoyên tên meşandin;

 

Agahiyên Naverokê:Pêşvabirina kar, optîmîzasyon, îdarekirina têkiliyên bi muşteriyan ra, pêşvakirina xebatên operasyonel, çavdêrî, kontrol, promosyon, nirxandina din av şirketê da, rêvebirina aboneyan, analîz, derxistina skorê, derxistina profîlan, pêşvabirina pêvajoyên piştî firotinê, pêwendî, pîvandina kalîteya xizmetê û pêşvabirin û îdarekirina gilî û gazinan.

 

  1. RÊBAZÊN KOMKIRINA AGAHIYÊN ŞEXSÎ Û SEDEMÊN HIQÛQÎ

 

6.1. Agahiyên we yên şexsî bi destê Ajansa Anadoluyê bi

· Formên abonetiyê,

· Formên pêwendiyê yên malperên înternetê,

· Bikaranîna malperên înternetê,

· Formên qeydê yên E-Bultenê,

· Formên endamtiyê,

· Peymanên lihevkirinê,

ji ber sedemên curbecur yên hiqûqî ji hêla rêgezên sereke yên QPAŞyê di çarçoveya şertên emilandina Agahiyên Şexsî da ku di bendên 5emîn û 6emîn yên QPAŞyê da hatine destnîşankirin li gor armancên di Metna Agahdarkirinê ya navborî da hatine eşkerekirin tên komkirin, emilandin û qeydkirin:

 

Agahiyên Nav û Pêwendiyê: Ji bona çêkirina peymanekê û bicîanîna peymanê rasterast eleqedar in.

Agahiyên Piştraskirina Nasnameyê: Ji bona çêkirina peymanekê û bicîanîna peymanê rasterast eleqedar in, ji bona Berpirsiyarê Agahiyan wezîfeya xwe ya hiqûqî bi cî bîne mecbûrî ne, ji bona tesîskirina heqekê û emilandin û parastinê emilandina agahiyan mecbûrî ye û ji bona berjewendiyên meşrû yên Berpirsiyarê Agahiyan lazim e.

Agahiyên Bûyînê: Ji bona çêkirina peymanekê û bicîanîna peymanê rasterast eleqedar in, ji bona Berpirsiyarê Agahiyan wezîfeya xwe ya hiqûqî bi cî bîne mecbûrî ne, ji bona tesîskirina heqekê û emilandin û parastinê emilandina agahiyan mecbûrî ye û ji bona berjewendiyên meşrû yên Berpirsiyarê Agahiyan lazim e.

Agahiyên Bikaranînê û Tiştên Zehf Tên Emilandin: Ji bona berjewendiyên meşrû yên Berpirsiyarê Agahiyan lazim e.Konum verileri : Bir sözleşmenin kurulması veya ifasıyla doğrudan doğruya ilgili olması.

Agahiyên Danûsitandinê: Li gor di qanûnan da tê eşkerekirin ji bona çêkirina peymanekê û bicîanîna peymanê rasterast eleqedar in, ji bona Berpirsiyarê Agahiyan wezîfeya xwe ya hiqûqî bi cî bîne mecbûrî ne û ji bona Berpirsiyarê Agahiyan wezîfeya xwe ya hiqûqî bi cî bîne mecbûrî ne.

Agahiyên Naverokê: Ji bona çêkirina peymanekê û bicîanîna peymanê rasterast eleqedar in, ji bona Berpirsiyarê Agahiyan wezîfeya xwe ya hiqûqî bi cî bîne mecbûrî ne, ji bona tesîskirina heqekê û emilandin û parastinê emilandina agahiyan mecbûrî ye û ji bona berjewendiyên meşrû yên Berpirsiyarê Agahiyan lazim e.

 

  1. ŞANDIN Û PARVEKIRINA AGAHIYÊN ŞEXSÎ

 

7.1. Ajansa Anadoluyê Agahiyên Şexsî ku di Metna Agahdarkirinê ya navborî da derbas dibin û dane û agahiyên nû yên ji Agahiyên Şexsî hatine derxistin, di serî da ji bona têkilî û peymana di navbera Xwediyê Aagahiyên Şexsî û ajansê da bi cî were, dikare ji bona pêşvabirina tecrubeya bikarhêneran (başkirin û şexsîkirin jî di nav da), parastina ewlehiya Xwediyê Agahiyên Şexsî, tesbîtkirina sextekariyê û pêşîlibergirtina sextekariyê, pêşvabirina xizmetê, lêkolînakirina nirxandinên operasyonel, çareserkirina pirsgirêkan, piştrastkirina nasnameya bikarhêneran û pêşvabirina performansa pergalê ku li jorê di nav armancên emilandinê da hatin destnîşankirin, ji bona armancekê be jî di rewşên ku benda 5.2. ya Metna Agahdarkirinê da hatin jimartin, bi xizmetên serwîsê yên ji derva tên hildan, şirketên kargoyê, buroyên hiqûqê, şirketên lêkolînê, navendên operatoran, şirketên bernamesaziyê yên li ser ewlehî û rêvebirina gazinan dixebitin, ajans, şirketên şêwirmendiyê, şirketên li ser çapemeniyê dixebitin, banke û tevî qanalên medyaya civakî şexs û saziyên sêyem yên rastîn û sazî, mercî, daraz û meqamên îdarî yên berpirsiyariya wan ya qanûnî heye ra parve bike.

 

7.2. Ajansa Anadoluyê Agahiyên Şexsî li gor kategoriyên li jorê hatin destnîşankirin û çarçoveya armancan da dikare agahiyan di hedê xwe da û sînorkirî li nav welêt û derveyî welêt ji şexsên sêyem ra bişîne.

 

  1. DEMA PARASTIN Û VEŞARTINA AGAHIYÊN ŞEXSÎ

 

8.1. Her çiqas li gor QPAŞ û hikmên qanûnên eleqedar hatibin emilandin jî dema sedemên emilandinê ji holê rabin Ajansa Anadoluyê Agahiyên Şexsî jê dibe, ji holê radike u-yan jî dike anonîm.

 

8.2. Ajansa Anadoluyê li gor QPAŞyê ji bona di nelihevkirinekê da bên bikaranîn gorî dem adi rêziknameyê da hatiye destnîşankirin dikare Agahiyên Şexsî biparêze. Di rewşên wiha da Agahiyên Şexsî yên tên parastin ji bona armanceke din nayên eşkerekirin û dema ji bona nelihevkirina hiqûqî lazim be wê bên vekirin.

 

  1. MAFÊN XWEDIYÊ AGAHIYÊN ŞEXSÎ

 

9.1. Li gor QPAŞyê û çarçoveya rêziknameya eleqedar Xwediyên Agahiyên Şexsî dikarin;

· Hîn bibin agahiyên wan yên şexsî hatine emilandin yan nehatine emilandin,

· Heger hatibin emilandin dikarin bixwazin bên agahdarkirin,

· Dikarin hîn bibin agahiyên şexsî bi çi armancî hatine emilandin û li gor armancê hatine emilandin yan nehatine emilandin,

· Li nav welêt û derveyî agahiyên şexsî bi kîjan şexsên sêyenm ra hatine parvekirin,

· Heger agahiyên şexsî kêm yan jî xelet hatibin emilandin dikarin daxwaz bikin ji bona bên rastkirin û kesên sêyem jî di vî warî da bên agahdarkirin,

· Her çiqas li gor qanûna bi jimara 6698an û hikmên qanûnên eleqedar hatibin emilandin jî dema sedemên emilandinê ji holê rabin dikarin daxwaz bikin agahiyên şexsî bên jêbirin û kesên sêyem di vî warî da bên agahdarkirin,

· Agahiyên tên emilandin heger bi taybetî bi wasiteya pergalên otomatîk bên analîzkirin xwediyê agahiyên şexsî dikare li hember encamên dijî wî/wê derketine îtiraz bike,

· Heger agahiyên şexsî berevajiyê qanûnê bên emilandin û zirar çêbe dikare dixwaz bike ku zirar ji holê bê rakirin.

 

9.2. Wek Xwediyên Agahiyên Şexsî hûn dikarin daxwaz û serlêdanên xwe yên ji bona heq û mafên xwe bi eşkereyî ku bê fehmkirin tevî belgeyên ku nasname û navnîşan tê tesbîtkirin bi nivîskî û îmzeya şil bi rêya posteyê yan jî noterê ji navnîşana Taxa Etiyê, Bilwara GMKyê, No:132, Çankaya/Ankara”yê ra bişînin yan jî bişînin (….) e-postayê.

 

9.3. Ajansa Anadoluyê beriya bersivê bide heqê ajansê heye nasnameya we piştrast bike û;

· Nav û paşnav û heger serlêdan nivîskî be îmzeya we,

· Ji bona welatiyên Komara Tirkiyeyê nimroya nasnameyê û ji bona kesên biyanî nimroya nijad û pasaportê û heger hebe nimroya nasnameyê,

· Navnîşana mal û kar ya di teblîxatê da,

· Heger hebe navnîşana e-poteyê û nimroya têlefon û faksê,

· Mijara serlêdan û daxwazê,

mecbûrî ne û heger der barê mijarê da agahî û belge hebin divê li serlêdanê bên zêdekirin û şandin.

9.4. Heger daxwaz wekî li jorê hat destnîşankirin ji Ajansa Anadoluyê ra bên şandin Ajansa Anadoluyê li gor taybetiya daxwazê di demeke kurt da herî dereng di nav 30 rojan da wê bêpere bigihîne encamê. Di bersivê bê dayîn da heta 10 rûpelan wê pere neye sitendin. Heger ji 10 rûpelî zêdetir be ji bona her rûpelê wê Lireyeke Tirk bê hildan. Heger bersiva serlêdanê wekî CD û flash bellekê bi awayekî din bê dayîn bihayê ku Ajansa Anadoluyê bixwaze wê ji maliyeta qeydê derbas nebe.