Serokatiya Sererkaniyê ragihand ku cinazê Serokomarê 7emîn û Serokê 17emîn ê Sererkaniyê Kenan Evren wê di 12ê gulanê da li Mizgefta Ahmet Hamdî Aksekî piştî nimêja nîvro mêja wî bê kirin û wê li Goristana Dewletê were definkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Sererkaniyê, Serokomarê 7emîn û Serokê 17emîn ê Sererkaniyê Kenan Evren, di 9ê gulanê de li Enqerê wefat kir.
Serokatiya Sererkaniyê ragihand ku cinazê Serokomarê 7emîn Kenan Evren wê di 12ê gulanê da li Mizgefta Ahmet Hamdî Aksekî piştî nimêja nîvro mêja wî bê kirin û wê li Goristana Dewletê were definkirin.
-Kurtejiyana Evren
Evren di sala 1917an de li Alaşehîra navçeya Manîsayê ji dayik bû. Dibistana destpêk û navîn li Alaşehirê kuta kir. Piştî wê li Manîsa, Balikesîr, Stenbolê xwendina xwe domand.
Evren piştî ku ji Lîseya Eskerî ya Maltepeyê mezûn bû, di sala 1938an de, dest bi Dibistana Herbê ya Bejayê kir û di sala 1949an de ji Akademiya Herbê mezûn bû.
Evren, Fermandariya Artêşê û Fermandariya Hêzên Bejayê kir; di 7ê adara 1978an de bû Serokê Sererkaniyê. Di serdema ku Evren Sererkan bû derbeya eskerî ya ku 12ê îlonê, çêbû. Evren di vê rewşa awarte de wezîfeyên wek Serokatiya Konseya Ewlehiya Neteweyî û Serokatiya Dewletê jî hilda ser milên xwe.
Wê serdemê Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Nûrettîn Ersîn, Fermandarê Hêzên Hewayê Orgeneral Tahsîn Şahînkaya, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Nejat Tumer û Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Sedat Celasûn di Konseya Ewlehiya Netewî de bûn.
Evren bi îmzeya Serokê MGKyê danezanek belav kiribû û destnîşan kiribû ku saziyên sereke yên dewletê îflas kirin, partiyên siyasî nîqaşên bêfeyde dikin, hindik maye ku li welêt herb çêbe û Evren bi van hincetan TBMM û hikûmetê feshkiribû.
Evren bi Zagona Bingehîn a ku raya gel qebûl kir ve, di 7ê mijdara 1982yan de bû Serokomarê 7emîn ê Tirkiyeyê. Evren di sala 1984an de çûbû ziyareta Mûşê û di axaftina ku li vir kiribû de bala hemûyan kişandibû. Evren li vir der heqê dardekirina Erdal Erenê 16 salî de wiha gotibû "Niha êz ê wî bidim qefaltin û sewqî mehkemê bikim û piştre jî darde nekim û heta heta wî xwedî bikim. Ez ê wî xayinê ku gule berda eskerên me bi salan xwedî bikim. Gelo hûnê bi vê yekê razî bin?"
Maweya serokomariya Evren di 9ê mijdara 1989an de kuta bû.
-Doza piştî guherîna qanûna esasiyê
Di 12 îlona 2010an de, bi rêya referandûmê guherîna qanûna esasiyê hat qebûlkirin. Piştî vê madeya 15emîn a makezagonê a ku ber li darizandina kiryarên derbeyê digirt, hat rakirin.
Piştî rakirina madeya 15emîn, hin kesan serî li dozgeran da û ji ber derbeya eskerî ya 12ê îlona 1980yan, gilîdar bûn.
Di sala 2011an de Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derheqê Evren û endamê MGKyê Tahsîn Şahînkaya (ji endamên MGKyê yên wê demê, tenê ev sax maye) de îdianameyek hazir kir û mehkemeyê jî ev îdianame qebûl kir.
Doz li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat birêvebirin. Evren û Şahînkayayê ku nexweşbûn û li nexweşxaneyê dihatin tedawîkirin, di nav nivînên xwe de, doz şopand.
Dîmenê Kenan Evrenê ku li GATAya Enqerê û Tahsîn Şahînkayayê ku li GATAya Stenbolê tedawî dibûn, bi sîstema SEGBÎSê li ser ekrana televîzyonê ya di hêwana dadgehê de nîşan dan.
Evren û Şahînkaya di 21ê kanûna 1979an de mûhtira dabûn serokwezîrê serdemê. Herwiha di 12 îlona 1980yan de jî zagona bingehîn guhertibûn. Evren û Şahînkaya bi hinceta van sûcan cezayê hepsê yê giran ê muebetê xwaribû.
Paşê ev ceza kirin cezayê hepsê yê muebetê. Xwestin madeya 30yemîn a Kanûna Cezayê Eskerî ji bo Evren û Şahînkaya bikin rewacê, ku bi vê rêya "rutbeyên wan ên leşkerî ji destê wan bistînin."
Dadgeha Bilind hê ji bo vê daxwazê, biryar nedabû.