Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Îranê ji aliyê Serokomarê Komara Îslamê ya Îranê Rûhanî ve bi merasimê hat pêşwazîkirin.
Dema ku wesaîta Erdogan hat Qesra Sadabadê, siwariyan ew li ber derî pêşwazî kir.
Serokomarê Komara Îslamê ya Îranê Rûhanî jî Erdogan li qada merasimê pêşwazî kir. Erdogan wexta ku ji wesaîtê peya bû, wî û Rûhanî hev du hembêz kirin û destê hev girtin û demekê meşiyan.
Piştî ku her du serok hatin cihê merasimê, sirûdên neteweyî hatin xwendin. Erdogan silav da leşkerên merasimê û wî û Rûhanî poz dan rojnamegeran.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekcî, Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Nurettîn Canîklî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan digel Serokomar Erdogan in.
Piştî ku Erdogan û Rûhanî hevdîtinê bikin, her du wê serokatiya Konseya Tevkariyê ya Asta Bilind a Tirkiye û Îranê bikin û piştî merasima îmzeyê wê bi hev re civîna çapemeniyê li dar bixin.