Ahmet Aydın
2017 ж. 03 қараша•Rojanekirin: 2018 ж. 12 наурыз
ÎSTANBUL
Li bajarê Çaldirana ku dikeve bakurê rojavayê Îranê, li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê di encama pevçûnekê de 8 leşkerên Îranê hatin kuştin.
Cîgirê Waliyê Azerbaycana Rojava Elî Riza Radfer di daxuyaniya xwe ya ji bo ÎRNAya ajansa fermî ya Îranê de got, "Di pevçûna navbera pasevanên me yên sînor û komên terorîst de, li bajarê Çaldiranê gelek terorîst hatin kuştin. Lê belê di pevçûnê de 8 leşkerên me jî canê xwe ji dest dan."
Radfer destnîşan kir ku pevçûn li xala sifir a sînor rû daye û got, "Li herêmê operasyona dijî komên terorîst berdewam e."
Radfer anî ziman ku hûrgiliyên derbarê pevçûnê dema operasyon bi dawî bûn wê bên parvekirin û anî ziman ku hêzên ewlekariyê yên ku di pevçûnê de hatin kuştin 3 ji wan pasevanên sînor, 5 ji wan jî leşkerên mewezzef bûne.
Ew bajarê sînorî yê li eyaleta Azerbaycana Rojava nifûsa wê bi qender 45 hezarî ye û dikeve hember Çaldirana navçeya Wanê.