Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf ji bo ziyareteka rojekê çû Omman û Pakistanê.
Hat ragihandin ku Zerîfê ewil seredana Ommanê bike û dû re dê ber bi êvarê derbasî Pakistanê be.
Tê destnîşankirin ku Zerîfê di seredanên xwe yên ku du roj dewam bike de di serî de Yêmen dê li ser mijarên herêmê raweste.
Seredana Zerîf di çapemeniya Îranê de wekî dubare destpêkirina dîplomasiya herêmê ya piştî mutabaqata muzakereyên nukleerê ya bi welatên koma 5+1ê re hat şîrovekirin.
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Mihemed Asif daxuyandibû ku Erebistana Siûdî ji wan xwest ku piştgiriyê bidin operasyona bejayê ya ku ihtimal li dijî Yêmenê were kirin û duhê jî mijar di parlementoya Pakistanê de hatibû guftûgokirin.
Ji aliyekî din Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo seredaneke fermî duhê çûbû Îranê û ligel hempayeyê xwe Hesen Rûhanî re hatibû bal hev û di hevdîtinê de bi taybetî jî li ser mijara geşedanên li Yêmenê rawestiyabûn û ji bo ku li Yêmenê şer bê rawestan û aşitî û îstiqrar çêbe biryara hewl û xebata hevpar hatibû stendin.