Hat ragihandin, ji ber ku di êrîşên esmanî yên koalîsyonê birin ser Yêmenê de du moşek li nêzî balyozxaneya Sanayê ketin, Îranê gazî maslahatguzarê Erebistana Siûdî kir û mûxtira dayê.
Wezareta Karên Derve ya Îranê daxuyaniya nivîskî da û got ku rêvebiriya Tehranê ji bo bûyerê îtirazên xwe ji maslahatguzarê Erebistana Siûdî re gotin û ji bo ewlehiya dîplomat û avahiyên dîplomatîk hişyarî hat dayîn.
Di hevdîtinê da hişyarî ji bo Erebistana Siûdî û welatên din ên ku tevî koalîsyonê bûn hat dayîn ku "Ji bo ewlehiya dîplomatan heke berpirsiyariyên navneteweyî bi cih neyên, ev welat berpirsiyarê encamên neyênî ne."
Hat gotin, koalîsyona ku Erebistana Siûdî pêşengtiya wê dike, êrîşên esmanî birin ser Yêmenê û 2 moşek li Sanayê nêzî balyozxaneya Îranê ketin.
Di meha nîsanê de jî moşekek li nêzî balyozxaneya Îranê ketibû û Îranê wê demê jî mûxtira dabû Erebistana Siûdî.