Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Fûad Mesûmê Serokomarê Iraqê bi merasimeke leşkerî pêşwazî kir.
Merasima pêşwazîkirinê li Qesra Sedabadê hat kirin. Rûhanî û Mesûm piştî merasimê dest bi hevdîtinê kir.
Piştî hevdîtina serokomaran, di serokatiya serokomarên her du welatan de, dê heyet bên bal hev û hevdîtinê bikin.
Mesûm di serdema serokomariya xwe de ev cara ewil e ku Îranê ziyaret dike û di çarçoveya hevdîtinan de dê bi serokê dînî Ayetullah Elî Xameney re jî hevdîtinê bike.