Hat ragihandin ku her meh 5 hezar êzdî ji ber êrîşên DAEŞa rêxistina terorê mecbûr dimînin ku ji Iraqê koç bikin.
Êzdiyên ku li Şingala navçeya Mûsilê û gundên derdora wê diman, ji ber êrîşên DAEŞa rêxistina terorê mecbûr man ku xwe bispêrin bajarê Dihoka ku di kontrola pêşmergeyan de ye. Lê êzdiyên ku şert û mercên kampên li vir nerazî bûn jî berê xwe dan Tirkiye û welatên Ewropayê.
Hadî Dûbaniyê Berpirsiyarê Mesaya Êzdiyan a Dihokê ji nûçegihanê AAyê re wiha daxuyand: "Rojane nêzî 150-200 welatiyên me yên êzdî ji Iraqê koç dikin. Ev hejmar di mehê de digihîje 5 hezar kesî. Herçiqas serokên ol û bawermendên êzdiyan bangewazî dikin ku êzdî ji Iraqê koç nekin jî kes guh nade van bangewaziyan. Herwiha hejmara êzdiyên Iraqê herdiçe kêm dibe."
Dûbanî got ku heke rewş wiha here dê li Iraqê êzdiyek jî nemîne û wiha axivî: "Heke êzdî wiha koç bikin dê li herêmê tu êzdî nemînin û bi koçkirina wan ve dê baweriya êzdîyatiyê jî bê jibîrkirin. Yên ku diçin Ewropayê ew ê adapteyê çand û baweriya wir bibin. Lewra ji bawerî û çanda xwe dûr dikevin."
Dûbanî derbarê sedemên koçkirinê de jî wiha axivî:
"Li Iraqê êzdî herî zêde li kampên bajarê Dihokê dimînin. Şert û mercên kampê dijwar in. Êzdî li kar digerin lê şixlek bi dest naxin. Êzdiyên li vir, ji bo jiyaneka nûjen berê xwe didin welatên Ewropayê. Encax ku herêma êzdî lê dimînin ji DAEŞê bê rizgarkirin dê vegerin. Heke ku wiha be dê koça ber bi ewropayê ve jî kêm bibe."
-"Garantiya vê rêwîtiyê tune ye"
Sûûd Bedriyê ji ciwanên êzdî yê ku koçî Almanyayê kir, li ser têlefonê ji nûçegihanê AAyê re wiha daxuyand: "Şingala welatê me ev salek e ku di destê DAEŞê de ye. Diyar nîne ku dê kêngî bê rizgarkirin. Ji ber vê yekê min ji Iraqê koç kir. Min berê xwe da Almanyayê. Piştî rêwîtiyeke zor û zehmetî ez gihiştim vir; lê tu garantiya vê rêwîtiyê tune. Min ji bo vê rêwîtiya ku 15 rojan kişand 14 hezar dolar da."
Mûrat Haskaniyê rojnamegerê şingalî ku li kampekê Zaxoyê dimîne wiha got: "Koça êzdiyan ji bo welêt xetere ye. Hemû dixwazin herin. Ji ber ku şert û mercên jiyana wan normal nînin û ji pêşerojê jî bê hêvî ne. Ji ber vê yekê wekî deriyê filatê berê xwe didin welatên ewropayê."