Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diyar kir ku ji bo penaberên iraqî û sûriyeyî milyar û 400 milyon dolar çavkaniya malî hewce dike.
Ji ser malpera fermî ya hikûmetê daxuyanî hat weşandin û ji bo alîkariyê bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî hat kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li herêma Kurdistanê 2 milyon û 800 hezar penaber hene û têra hewcedariyên wan alîkarî nayê û heke alîkariya mirovahî neyê wê rewşa penaberan xerabtir bibe.
Hikûmeta HKIyê destnîşan kir ku ji bo çareserkirina lazmatiyên penaberên iraqî û sûriyeyî herî kêm milyar û 400 milyon dolar hewce dike û heke koçeke din jî pêk bê ev reqam wê bibe 2 milyar dolarî.
Hat ragihadnin ku hikûmeta Iraqê di meseleya penaberan de berpirsyariyên xwe bi cih nayîne. daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hikûmeta Iraqa Federal îdia dike ku çavkaniyên malî têrê nakin. Lê mixabin ji bo vê yekê vîna siyasî tuneye. Penaber welatiyên Iraqê ne û çareserkirina kêmasiyên wan jî berpirsyariya hikûmeta federal e. Hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina hewcedariyên penaberan divê piştgiriyê bide rêveberiya Kurdistanê. Herêma Kurdistanê ji sala 2014an vir ve ji ber pirsgirêka neft û butçeyê ya bi hikûmeta Iraqê re bi qeyraneke xedar a aboriyê re rû bi rû ye. Qeweta hikûmeta me nema ku alîkariya penaberan bike."