PYD destûrê nade penaberan ku derbasî Tel Abyada bajarê Sûriyê bibin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, komeke sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin welatê xwe li ber Deriyê Sînor ê Akçakaleyê kom bûn. Berpirsiyarên deriyê sînor destûra derbasbûnê da penaberan; lê endamên PYDyê destûr neda ku penaber derbasbin.
Koma ku serê sibê zû hat ber deriyê sînor, li vir sekinandiye.
PYD ji 25ê hezîranê vir ve, destûrê nade penaberan da ku ji Akçakaleyê derbasî Tel Abyadê bibin. Kontrola Tel Abyadê di destê PYDyê de ye.