Platforma Rabiayê ya Navneteweyî ji ber ku Îsraîlê astengî derxist ku Filoya Azadiyê ya 3yemîn bigîhîje Xezzeyê, daxuyaniyek da û Îsraîlê şermezar kir.
Platformê daxuyand ku 5 keştiyan bi 48 kesan ve hewldane ku alîkariya mirovî bigîhînin Xezzeyê, lê Îsraîlê destûr nedaye û hiqûqa navneteweyî binpê kiriye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îsraîlê gelê Xezeyê mehkûmê tunebûnê, birçîbûnê û sefaletê kiriye. Îsraîl piştgiriyê ji civaka navneteweyî û hêzên kurewî distîne. Sîyasetmedar, aktîvîst û rojnamevanên ku Fîloya Azadiyê organîze kirine û beşdar bûne ji bo ku ev dorpeçkirin ji holê rabe bûne wicdana mirovahiyê. Mirovahiyê her tim bi van alîgirên azadî û mafê mirovan ve serfiraz be. Wek Platforma Rabîayê ya Navneteweyî em bangî rêxistinên navneteweyî, hikûmetan û saziyên civakî yên sîvîl dikin ku bila li hember hovîtiya Îsraîlê bisekinin. Ji bo ku dorpêçkirin û ambargoya li ser Xezzeyê bê rakirin em bangî mirovahiyê dikin ku bila li hember Îsraîlê dengê xwe zêde bikin."