EL XELÎL
Li gor daxuyaniya Rêveberiya Îsraîlê hat diyarkirin ku 2 welatiyên filistînî yên bi navê Amîr Ebû Îyşe û Merwan el-Qawasimî hatin kuştin. Li gor îdiaya Rêveberiya Îsraîlê 2 welatiyên filistînî bi revandina 3 cihûyan niştecih dihatin tawanbarkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya arteşê ku di radyoya Îsraîlê de hat weşandin de, Teşkîlata Navxweyî ya Îstixbarata Îsraîlê (Şîn Bet) cihê Ebû Îyşe û Qawasimî li bajarê El-Xelîlê tespît kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Serê sibê bi operasyoneke hevpar cihê Ebû Îyşe û Qawasimî ku tê de diman hat dorpêçkirin û paşê jî hatin kûştin."