Berdevkê Pentagonê John Kîrby wiha got: "Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hevalbendên xwe bi balafirên bombebarandinê û fuzeyên tomahawkê li dijî terorîstên DÎŞI operasyon li dar xistin."
Kîrby destnîşan kir ku operasyon hê jî didomin û wiha dewam kir: "Biryara operasyonan ji hêla Fermandariya Navendî ya DYAyê hat wergirtin û ez nikarim der barê hûrgiliyên operasyonan de agahî bidim."
- 5 dewletên ereban jî tevlî operasyonan bûn
Li gor çapemeniya DYAyê 5 dewletên ereban jî tevlî operasyonên ku li dijî DÎŞIyê hatin li dar xistin, bûn.