Midûriya Ewlehiya Diyarbekirê operasyon kir û 7 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, piştî ku Şaredariya navçeyê ya Sûrê û Şaredariya Sîlwanê der heqê "xweseriyê" da daxuyanî da, Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê jêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya jêpirsînê da ekîbên Midûriya Ewlehiyê li navçeya Sûr û Sîlwanê operasyon bir ser hin avahiyan. Di operasyonê da Şaredarê Sûrê Seyîd Narîn, Şaredarê Sîlwanê Yuksel Bodakçi jî di nav da 7 kes hatin binçavkirin.
Ekîb ji bo girtina 4 gumanbarên din xebatan dikin.