Li Liceyê di operasyona ku li dijî PKKya rêxistina terorê hat kirin da 2 leşkerên din jî cangorî bûn.
Li gor agahiyan endamên rêxistinê li texma Fîsovasiya Liceyê li ser rêya Diyarbekir-Bîngolê rê birîn û nasname kontrol kirin. Ji ber vê hêzên ewlehiyê li dijî terorîstan operasyon kirin.
Endamên rêxistinê bi çekên lûledirêj êrîşî leşkeran kir û di pevçûna ku derket da 2 leşker cangorî bûn.
Di operasyonê da di êrîşa endamên rêxistinê da leşkerek cangorî bûbû û 3 leşker jî birîndar bûbûn.