Hat ragihandin ku li Silwana navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina kolanan hat rakirin.
Walîtiyê daxuyaniyek da û bi bîr xist ji bo ku li navçeyê ewlehiya can û malê gel pêk bînin li gor madeya 11/C a Qanûna Îdareya Bajêr a bi nimreya 5442yan duh li navçeya ji saet 01.00ê pê ve heta emrê duyemîn qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Di encama xebatên ku li Silwanê hatin kirin de aramî û sikûnet hat pêkanîn û li ser vê yekê ji saet 07.00ê ve qedexeya derketina kolanan hat rakirin." Her wiha ji ber ku welatiyan qedexe binpê nekir û tetbîq kir û hesasiyeta wan spasiya welatiyan hat kirin.