Rêxistina terorê PKKê ev 42 rojin li hember pêvajoya çareseriyê, aştî û aramiya Tirkiyeyê çalakiyên xwe zêde dike. Hêzên ewlehiyê him ji hewayê û him jî ji bejayê operasyonan dikin û derbeyeke mezin dan rêxistinê.
Heta niha di operasyonan de 440 terorîst hatin kuştin, 150 jê giran bi giştî 400î zêdetir jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê, di operasyonên li 36 bajaran di navbera 7ê tîrmehê û 17ê tebaxê de hatin kirin de, kesên ku temenê wan ji 18 salî biçûktir û jin jî di nav de hezar û 730 kes hatin binçavkirin û ji van 417 kes jî hatin girtin.
Li Gazîentabê di operasyonan de ji 5 kesên ku beşdarî bûyerên 7 û 10ê cotmehê bûne û bûne sedema mirina 5 kesan û birîndarbûna 38 kesan, jê 3 kes hatin girtin.
- Hin nunerên partiyan jî hatin binçavkirin
Di operasyonan de hin nunerên partiyên siyasî jî hatin binçavkirin. Ji van yek jî Hevseroka Giştî ya HDPyê ya Îdirê Fîncan Gungor û 3 kesên din in. Gungor piştî binçavkirinê ji hêla dadgehê ve hat girtin.
- 50 terorîst hatin kuştin
Ji bilî operasyonan li herêmên ku pevçûn çêdibin jî gelek terorîst hatin kuştin. Li Agirî, Mûş, Stenbol, Hekarî, Edene û Şirnexê jî him di pevçûnan de û him jî operasyonan de hejmara kuştiyan gihîşte 50yan û 8 kes jî birîndar hatin bidestxistin.
- Rê li hember kesên ku alîkariya pereyan kirine jî hat girtin
Li Diyarbekir, Stenbol, Mêrsîn, Enqere, Antalya û Aydinê di operasyonên hemdem de hin rayedarên şirketan û xebatkarên şaredariyan bi giştî 25 şikbar hatin binçavkirin. Di nav van de Serokê Şaredariya Berê yê Surê Abdullah Demirbaş jî heye.
- Rêvebirên PKKê bûn sê alî
Hêzên Çekdar ên Tirkiyê operasyon birin li ser kampên PKKê yên Iraqa bakur. Piştî operasyonan rêvebirên payebilind ên rêxistinê bûn sê alî û terka Qendîlê kirin.
Di operasyonên hewayê de jî 390 kes hatin kuştin. Jê 150 giran bi giştî 400 terorîst jî birîndar bûn.