Li navenda Bîngolê endamên PKKya rêxistina terorê bi roket û çekên lûledirêj ve êrîşî ser qereqola polêsan kirin û di êrîşê de 2 polês birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan endamên rêxistina terorê ji ser Kolana Feyzullah Karaarslan (Hukumet) bi roket û çekên lûledirêj ve êrîşî ser Navenda Polêsan a Şehît Hayrullah Polat a ku li Taxa Yenîşehîrê ye kirin.
Di êrîşê de gule li wesayîta bi zirx a polêsan a ku li ber derê qereqolê bû ket û 2 polêsên ku tê de bûn birîndar bûn. Polêsên birîndar ji bo dermankirinê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.
Wesayîtên ku li keviya rê bûn jî di êrîşê de zirar dîtin.
- Rewşa polêsan baş e.
Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Suleyman Pamuk li nexweşxaneyê polêsan ziyaret kir û dema ku derket jî daxuyanî da rojnamegeran û diyarkir ku rewşa polêsan ne xedar e û wiha pê de çû: "Êrîşî wesayîteke me kirin. Tiştekî pir girîng tuneye. Du hevalên me birîndarin şikir rewşa wan ne xedar e."
Ji bo girtina terorîstên ku êrîş kirin operasyon dest pê kir.