Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz beşdarî civîna danasîna "Rapora Vejenê ya Tirkiyeyê" ya ku Komîteya Millî ya Tirkan ya Konseya Vejena Dinyayê amade kir bû û li vê derê pirsên rojnamegeran bersivandin. Civîn li wezaretê hat kirin.
Yildiz der heqê êrîşên li ser xeta boriyan de got ku bi van êrîşan ve gelê herêmê mexdûr bûn, PKKê tenê zirar neda dewletê û wiha dewam kir:
"Xeta vejenê ya ku diçe Çûkûrcayê hilşandin. Kesên ku mexdûr bûn, birayên me yên kurd in, yên ku ev êrîş kirin jî PKKyî ne ku îdia dikin li ser navê kurdperestiyê dikin. Me çi fêm kir, xizmeta wê derê 3 rojan sekinî. Hûn hem xerab dikin hem jî îdia bikin û bêjin em mafê kurdan diparêzin. Xeta Sîlopiyê hat hilşandin, 40 gund di tariyê de man. Ev ne rast e. Piştî ku birêz Barzanî daxuyanî da, gotin ku 'me bombebaran nekir'. Na, PKKê kir, tesbîtên me hene. Bi roketavêjan êrîşî navenda temîrê ya trafoyan ya Mêrdînê kirin. Bila birayên min ên kurd ên ku li wê derê dijîn vê yekê bizanibin. Êrîşî xetan kirin. Kes nemir lê xesareke ciddî çêbû. Birayên me yên kurd ji vê zirarê dibîne. Bila welatiyên me vê yekê baş bizanibin. Kesên ku xizmeta wan deran asteng dike PKK ye, ku îdia dike li ser navê kurdperestiyê dixebite."
Yildiz got ku ji cihê teqandî yê xeta boriya Kerkûk û Yumurtalikê re neft naherike, ji xeta duyem re jî bi awayekî tekûz neft naherike û wiha dewam kir: "Bakurê Iraqê jî ji vê mexdûr bû, aboriya wan jî zirar dît."