Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Suleyman Soylu der heqê bangewaziya "agirbestê" ya Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş da wiha got: "Ez dixwazim bangî Demirtaş bikim. Dixwazin PKK û KCKyê wek rêxistineke meşrû nîşanî mirovê vî welatî bidin. Bila dev ji vê yekê berdin û aqil bin."
Suleyman Soylu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û Demirtaş û HDP rexne kir. Soylu wiha got: "Behsa pevçûna dewletê dikin. Bila her kes bizanibe ku dewlet nakeve pevçûnê."
Soylu der heqê bangewaziya "agirbestê" ya Demirtaş da jî wiha got:
"Ez dixwazim cardin bangî Demirtaş bikim. Dixwazin PKK û KCKyê wek rêxistineke meşrû nîşanî mirovê vî welatî bidin. Bila dev ji vê yekê berdin û aqil bin. Bila kes hêza Dewleta Komara Tirkiyeyê nepîve. Kes fedakariya Komara Tirkiyeyê nepîve. Bila kes zen neke ku milletê me ev ax bi îhsana hinekan hilda. Ji bo her santîm axê bedel hatiye dayîn. Ev millet her wext bedel dide, ji kesî jî natirse. Bi taybetî gotinên Selahattîn Demirtaş yên wek jehrê hene. Ne heddê Demirtaş e ku bibêje bila guleyan neteqînin. Demirtaş nikare bi tu awayî fermanê bide dewlet û millet."
-"Millet jî demokrasî jî kesên ku demokrasiyê wek hespê trûvayê dibîne, efû nake"
Soylu li ser gotinên Demirtaş yên ji bo aştiyê wiha got: "Ez vê gotina aştiyê wek termînolojîk neheqiyê li welat û milletê me dike. Ez wisa difikirim. Aştiya çi? Aştî di navbera dewletan de çêdibe. Em bi rêxistineke terorê re li ser peyva aştiyê diaxivin. Ev ziman zimanekî bizehir e. Wê çekan daynin û terorîstên xwe bibin. Ew qas hêsan e. Bangewaziya ku dibêjin bila gule neteqin ji hedderketin e. Demokrasiyê weke hespê trûvayê dibînin, lê deşîfre bûn. Millet jî demokrasî jî kesên ku demokrasiyê wek hespê trûvayê dibîne, efû nake."