Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş got ku "Em dê kêliyeke din li MYKyê binirxînin ka em dê di hikûmeteke muhtemel a hilbijartinê de peywirê bigire an na. Helbet em di mijara birêvebirina welêt de ji tu berpirsyariyê nerevîn û em ê nerevin jî. Lê belê em ê kêliyeke din di şaxên rayedar ên di partiya xwe de binirxinîn û zelal bikin ka dê helwesta partiya me çi be."
Demirtaş beriya civîna Lijneya Birêvebirina Navendê (MYK) ya partiya xwe dema ku hat navenda giştî ya partiya xwe bersiva pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê de da.
Rojnamevanekî bi bîr xist ku ji hevdîtinên koalîsyonê tu tişt derneket û pirsa "Gelo HDP di nav hikûmeteke hilbijartinê ya muhtemel de dê cî bigire an na?" pirsî. Demirtaş li ser vê pirsê got ku piştî hilbijartinê mimkûn e ku Tirkiye rûpeleke nû veke.
- "Divê çekên ku berî hev dane daynin"
Demirtaş li ser pirsa "Di van demên dawîn de li Sîlwan, Şemzînan û Wartoyê bûyerên ku diqewimin hene. Gelo di vê mijarê de dê tu teşebûsa we çêbe an na?" destnîşan kir ku lijneyên ku di nav wan de parlementerên HDPyî jî hene li herêmê xebatan dikin.
- "Me derî negirtin, me ji AKPyê re jî derî negirtin"
Demirtaş li ser pirsa "Heke Erdogan peywira avakirina hikûmetê bide hûn dê piştgiriyê bidin hikûmeteke kêmaniyê ya ku dê CHP ava bike an na?" got ku heke CHP peywirê bigire dê partiyan ziyaret bike. Demirtaş ev gotin:
"Em jî di wê çarçoveyê de nêrînên xwe dê îfade bikin. Me tu carî negot 'em piştgiriyê nadin hikûmeteke ku di çarçoveya prensîbên me de bê avakirin.' Me ev di ziyareta Birêz Davutoglu ya li partiya xwe de jî bi awayekî eşkere got. Min got ku 'Heke hûn nekarin koalîsyonê ava bikin û naxwazin ku biçin hilbijartina pêşwext jî prensîbên me li holê ne, deriyê partiya me vekiriye. Hûn dikarin cardin bên û bi HDPyê re hevdîtin bikin.' Me deriyê xwe negirtin. Ji ber wê jî heke CHP peywirê bigire em dê bi kêfxweşî hevdîtinê bikin, em ê binirxînin jî."
- "Her kes divê li hember dafikan baldar be"
Demirtaş li ser pirsa "Li hin navçeyan îlana xweseriyê tê kirin. Hûn vê çawa dinirxînin?" destnîşan kir ku di nav bernameya wan de heye ku li Tirkiyeyê birêvebiriyên herêmî xurt bikin, modelên birêvebiriyên herêmî bikevin bin temînata destûra bingehîn, li herêmê piştgiriyê bidin birêvebiriyên ku înîsiyatîfên gel tê de cî digirin, hene. Demirtaş axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Lê em tu carî nefikirîn ku ev yek bi atmosfereke pevçûnê, bi şîdetê çêbe. Ji ber wê jî divê her kes di vê mijarê de baldar be. Ez ji bo kesên dixwazin ku bixin kemînê jî bi taybetî rica dikim, îstirham dikin, ji kerema xwe bila haya wan li dafikan hebe, nekevin kemînê. Xweseriya demokratîk pargeleke demokratîk a wisa ye ku helbet divê li Tirkiyeyê bê nîqaşkirin. Modeleke birêvebirênê ye. Çawa ku hin kes dixwazin ku pergala serokatiyê bê nîqaşkirin, modela ku partiya me pêşniyaz dike jî modelên birêvebiriyên herêmî yên xurtkirî yên ku li her derê Tirkiyeyê ne ye. Ne mimkun e ku partiya me li tu rê û rêbazên ji bilî van erênî bibîne. Em helbet înîsiyatîfên gel, mafê xwebirêvebirina gel heta dawiyê diparêzin. Lê wekî min got divê her kes li hember dafik û kemînan baldar be."