Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş diyar kir ku tu niyeta wan tune ku ne li derve ne jî li hundir piştgirî bidin AKPyê û got: "Ji devê min gotineke wisa derneket."
HDPyê li Qada Şaredariyê ya Nû ya Meletiyê mitîng li dar xist û Hevserokê Giştî Demirtaş beşdarî mitîngê bû û wir axivî. Demirtaş diyar kir ji bo ku peyamên aştî û demokrasiyê ragihînin 81 bajarên Tirkiyeyê derketin rê.
Demirtaş qal kir li Meletiyê ji nîvî zêdetir ciwan bêkar in û parast ku kesên ku kar dîtine yên ku ew wan wekî "koleyên modern" bi nav dike jî an bi mehaneya esxarî dixebitin an jî di taşeronê de. Demirtaş got ji bo ku qal bikin ku ev yek qeder nîne hatin.
Demirtaş got ku dema ku bûn îqtidar dê pêşiyê cotyaran biparêzin û dê dewlet sixorteya cotyaran çêke. Demirtaş qal kir ku dê di îqtidara xwe de kadroyê bidin hemû karkeran, divê mehaneya esxarî û mehaneya teqewîdbûyiyan jî herî kêm bibe hezar û 800 lîre.
- "Peywira HDPyê piştgiriya AKPyê nîne"
Demirtaş destnîşan kir dewlet ji bo ku xizmeta mirovan bike heye û wiha axivî:
"Divê dewlet bibe koleyê we. Em ê dewletê bikin koleyê we. Heyamekê li herêmê serçawîşekî jî tena serê xwe dikaribû ku li herêmê bibêje 'ez dewlet im', terorê bike û serî bide tewandin. Niha li dadgehan hewl didin ku wê bikin. Bi saya rojname û çapemeniyê niha hewl didin ku li hemû Tirkiyeyê wê bikin. Destê xwe deynin ser wijdana xwe, hûn deng didin AKPyê, CHPyê hûn deng didin kî bidin. Gelo dema hûn dikevin edliyeyê, dadgehê dilê we rehet e? Gelo dilê we wekî 'Ez wir bêteref têm darizandin, edaletê bibînim' rehet e? Heke axayekî we tunebe, piştgirê we tunebe dema ku hûn bikevin qereqol û dadgehê wey li halê we. Navê vê demokrasî nîne, navê vê pergala hiqûqê nîne."
Demirtaş qal kir ku divê ne dijminatî lê biratî bê mezinkirin, wek HDP dê aştiyê bi kar bînin û diyar kir ku heke deng bidin wan dê bêtir xizmet bê Meletiyê.
-"Nûçeyeke niyetxirab"
Demirtaş da zanîn ku îro di rojnameyekê de nûçeyeke hebû ku li gor wê partiya wanê li parlementoyê ji derve dê piştgiriyê bide AKPyê û wiha axivî: "Nexêr ez eşkere dibêjim; xeletfehmkirinek e, nûçeyeke niyetxirab e. Peywira HDPyê piştgiriya AKPyê nîne. Peywira HDPyê ew e ku hişê AKPyê bîne serî ku ew qîmeta gel bizane. Peywira HDPyê ev e. Tu niyeta me tune, em ne li derve ne jî li hundir piştgiriyê nadin AKPyê. Ji devê min gotineke wisa derneket."
Demirtaş parast ku ew li maf û hiqûqa Serokwezîr Ahmet Davutoglu xwedî derdikevin û wiha axivî: "Em dibêjin ku bila li pişt serokomar nemîne û winda nebe. Em li maf û hiqûqa wî jî xwedî derdikevin. Ji ber ku di çanda me de di baweriya me de heye, em destê xwe ji bindestan re dirêj dikin. Bila dilê te rehet be Ahmet Xoce. Wellehî em ê te xilas bikin, bawer bike ku em ê te xilas bikin."
Demirtaş bangî damezrînerên AK Partiyê kir û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Birêz Abdullah Gul. Ez bawer dikim ku ew jî dê deng bide me. Ew jî haj zilmê heye. Kadroyên damezrîner ên AKPyê, kesên ku di nav AKPyê de ked dane, hemû kadroyên ku 13 sal ji bo AKPyê xebitîn niha zilma wî dibînin. Ji ber ku di wî de wefa tune. Di wî de qedr û qîmet tune. Va ye em dê ji ber vê yekê vê zilmê bidin seknandin û AKPyiyan jî ji vê zilmê xilas bikin. Destûreke Bingehîn a nû hewcedariya me hemûyan e û divê bibe destûra bingehîn a me hemûyan. Ne wekî destûra bingehîn a derbeyê ya ku Kenan Evren çêkir. Divê her kesê ku li wê destûra bingehîn binêre bikare bibêje ku va dewleta min ev e."
- Pêşniyaza nîqaşa li weşana zindî
Demirtaş diyar kir HDP partiyeke wisa ye ku navê paritya ku bi xwîdana gel hatiye avakirin e û îdia kir ku Serokwezîr Davutoglu bi derfetên dewletê mitîngan dike û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Balafira ku lê siwar dibe balafira Serokwezîriyê ye, wesayîta ku lê siwar dibe wesayîta Serokwezîriyê ye. Tu serokê giştî yê partiyê yî. Tu wek partî dikevî hilbijartinê, tu wekî Serokwezîr nakevî hilbijartinê. Tu çima pereyê partiyê xerc nakî. Hemû derfet derfetên dewletê ne. Di bin destê te de herêmî û neteweyî 600 qenalên televîzyonê hene. Ev têra mêrik nake. Nav dide û patronên çapemeniyê tehdît dike. Çima? Ji ber ku 3-4 deqîqe HDPyê nîşan didin. Îllam divê dengê HDPyê di televîzyonan de li rojnameyan neyê bihîstin. Hemû îllam divê bibin koleyê begefendî, jê re bixebitin. Ev demokrasiyeke pêşketî yê çawa ye. Heke 3 qenalên televîzyonê êvarê 3 deqîqeyan me nîşan bide ev dîn û har dibin. Lê digerin û xwediyê televîzyonê tehdît dikin. Va li Tirkiyeyê navê vê demokrasiya pêşketî ye. Hûn çima ditirsin? Tu çima ditirsî ku dengê me here gel?
Dema ew namzedê serokomariyê jî bû min bangî wî kir. Min gotê were em bi hev re derkevin televîzyonê. Ez hê jî dibêjim. Lê binêre, heke dixwazî bila Ahmet Xoce, hûn her du bi hev re bin. Bi xwe re 100 şêwirmendên xwe jî bînin û em bi hev re derkevin weşana zindî. Gel jî bila me temaşe bike, guh bide me. Em carekê 2 saetan li televîzyonê nîqaş bikin. Piştî wê ez soz didim te ku em ê mitîngan nekin, dernekevin televîzyonan. Bila tu kes me nenivîsîne, bila tu kes me nîşan neda. Piştî wê em ê li mala xwe rûnin, bila gel biryara xwe bide."
- Teqînên li avahiyên HDPyê yên li Edene û Mêrsînê
Demirtaş got ku ev sê roj in Serokomar Erdogan der barê teqînên li teşkîlatên HDPyê yên li Mêrsîn û Edeneyê de xemgîniya xwe neanî ziman û negot derbasî be û wiha axivî: "Ew bi xwe gelekî bêteref e ya, serokomarê herî bêteref e ya, teqînên li HDPyê li ber guhê wî nîne. Ez bawer im ku pê kêfxweş dibe. Heke jê re bimîne dibêje ku HDP komple bila biteqe û ji vê belayê xilas bin."
Demirtaş got ku Kebe û qibleya misilmanekî yek tenê ye û parast ku Serokomar Erdogan hewl dide ku wan wekî bêdîn îlan bike. Demirtaş jî got ku ew bi xwe jî ev çend roj in ku ji Serokê Karên Diyanetê dipirse û got "Gelo kesekî ku ji misilmanekî re bibêje tu kafir î, ji dîn derdikeve an na? Ez dixwazim wê hîn bibim."
news_share_descriptionsubscription_contact
