Êrîşê biroya AK Partiyê ya li Veyselkaraniya ser navçeya Baykanê kirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, di saet 20.30an de kesek an hin kesên ku nasnameyên wan nediyar in, ketin biroya hilbijartinê ya AK Partiyê û avah dan ber agir.
Welatiyên derdorê dîtin ku avahiya partiyê dişewite, midaxaleyê biroyê kirin. Lê di şewatê de hemû flama, ala û broşur şewitîn û di avahiyê de jî xisar çêbû.
Ekîpên polêsan derdora biroya hilbijartinê tewdîrên ewlehiyê yên berfireh girtin û ji bo qefaltina failên bûyerê jî lêkolîn dan destpêkirin.
Serokê navçeyê yê AK Partiyê Nîmetullah Gonul ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku, ew ji bo nimêja mexrîbê bikin çûn û ji wan re xebera êrîşê hat. Gonul got ku ew li ser xeberê hatin biroyê lê biro şewitandibûn.
Gonul got ku ew xemgînin û wiha dewam kir: "Daxwaza me ew e ku hilbijartin di qadeke biewle de û adîlane bêkirin. Em ji ber bûyerên wiha xemgîn dibin. Em vê êrîşê wekî êrîşeke ser demokrasiyê dibînin û şermezar dikin."