Li rêbeja Sêrt-Perwariyê dema hêmanên ku ji bo ewlehiya rê hatibûn peywirdarkirin derbas dibûn, endamên rêxistina terorê ya dabeşker teqemeniya ku berê li kêleka rê bi cî kiribûn teqandibûn û 8 leşker di teqînê de cangorî bibûn. Li Sêrtê ji bo 8 leşkerên cangorî merasim hat lidarxistin.
Merasim li Leşkergeha Orgeneral Salîh Omurtak a Fermandariya Tûgaya Komandoyan a 3yemîn a Sêrtê hat lidarxistin. Di merasima ku Wezîrê Karên Navxweyî Sebahattîn Ozturk jî beşdar bû de ji bo rêzgirtinê li piya man, kurtejiyana cangoriyan hat xwendin û dia hatin kirin.
Pişt re cenazeya Çawîşê Pispor ê Jendirme Hakan Akturk şandin Bûrdûrç, cenazeya Çawîşê Pispor ê Jendirme Ferdî Gereklî şandin Edeneyê, cenazeya Çawîşê Pispor ê Jendirme Bariş Akin şandin Enqereyê, cenazeyê leşkerê jendirme Mehmer Halîl barkin şandin Silopiya navçeya Şirnexê, cenazeyê leşkerê jendirme Recep Beycûr şandin Erziromê, cenazeya leşkerê jendirme Omer Erustun şandin Qehremanmaraşê, cenazeya leşkerê jendirme Bahadir Aydin şandin Bûrsayê û cenazeya leşkerê jendirme Emre Kaan Arli jî şandin Kocaeliya bajarê wî.
Di merasimê de bi tekbîran selewat hat kişandin û dirûşmeyên "şehîd namirin, welêt parçe nabe" hatin berzkirin.
Fermandarê Artêşê yê 2yemîn Orgeneral Adem Hudutî, Fermandarê Kolorduyê yê Asayîşê yê Wanê Tumgeneral Îsmaîl Metîn Temel, Waliyê Sêrtê Mustafa Tutulmaz, fermandarê Jendirmeyan ê Bajêr Erkanîherb Albay Şenol Yeloglu, Midûrê Ewlehiya Bajêr Metîn Ozkan, midûrên saziyan û erkanê leşkerî beşdarî merasimê bûn.
Şehit Beycur için Erzurum'da tören
-Ji bo Cangorî Beycûr li Erziromê merasim hat kirin
Piştî merasima ku li Leşkergeha Orgeneral Salîh Omurtak a Fermandariya Tûgaya Komandoyan a 3yemîn hat lidarxistin cenazeya leşkerê jendirme Recep Beycûr ê di nav alaya tirkan de bi balafira kargoyê anîn Fermandariya Meydana Hewayê ya Erziromê, leşkeran cenazeyê Beycûr ji wir girtin û birin cihê merasimê.
Piştî sekna rêzgirtinê merasimê dest pê kir û di merasimê de kurtejiyana cangorî hat xwendin û dia hatin kirin.
Cenazeya Beycûr piştî merasimê ji bo ku bê veşartin bi ambûlansan birin Taxa kirimkayayê ya navçeya Karaçobanê.