Ji bo Serdarê Sazker Pîlotê Hewayê Salîh Sezer û Tegmenên Bilind ên Pîlotên Hewayê Osman Onur Ozkaya, Zeynel Ozgur Ozbahçecî û Yasîn Atalay yên ku du encama ketina firokeyên leşkerî yên li Akçadaga navçeya Meletiyê şehîd ketin li Balafirgeha Meletiyê merasîm li dar xistin.
Piştî merasîmê cinazê Sezer şandin Eskîşehîrê, yê Ozbahçecî şandin Konyayê, yê Atalay şandin Stenbolê û yê Ozkaya jî şandin Îzmirê.
- Şehîd definkirin
Cinazê Serdarê Sazker Pîlotê Hewayê Salîh Sezer li memleketê wî Eskîşehîrê definkirin.
Cinazê Sezer piştî nimêja cenazeyê ya li Mizgefta Reşadiyeyê birin Pakrewangeha Hewaym ya li Taxa Vîşnelîkê û li vir definkirin.
Cinazê Tegmenê Bilind Pîlotê Hewayê Osman Onur Ozkaya jî li Îzmirê hat definkirin.
Nimêja cinazeyê Ozkaya jî li Mizgefta Beşîkçîogluyê hat kirin. Dê, bav, jin, kurê wî Doruk ê 10 mehî û xizmên wî tabûta wî hembêzkirin û giriyan.
Cinazeyê Ozkaya piştî nimêjê ligel merasîma leşkerî kirin erebeya topê û digel mangeya merasîmê birin Pakrewangeha Kadîfekaleyê û definkirin.
Termê Pîlotê Hewayê Zeynel Ozgur Ozbahçecî jî li memleketê wî Eregliya navçeya Konyayê di nava giriya kesên amade de hat definkirin.
Termê Tegmenê Bilind Ozbahçecî pêşiyê bi firokeyê anîn Konyayê û dû re jî bi helîkoptera leşkerî anîn memleketî wî Eregliyê.
Şûnde ji bo merasîmê termê şehîd birin Ulu Camiyê û li vir dê û jina Ozbahçecî tabût hembêzkirin û gelekî giriyan. Diya şehîd Dûran Fîdancî giriya û wiha got: "Te digot, heke tiştek bibe ezê paraşûtê vekim û xwe xelas bikim. Te baz neda lawê min?"
Li dû nimêjê cinazê şehîd li pakrewangehê hat definkirin.