PARÎS
Mîchael Schûmacher li Nexweşxaneya Grenobleyê tê dermankirin û di civîna çapemeniyê ya ku li nexweşxaneyê hat kirin de hat ragihandin ku rewşa tenduristiya wî giran e.
Bijîşkan got ku dema Schûmacher anîn nexweşxaneyê mêjiyê wî leqiyabû û me demildes ew emeliyat kir û pişt re Mîchael Schûmacher jî ket komayê. Hat ragihandin ku dema pîlotê Alman qeza kir bi bandora lêketinê aliyê rastê yê mejiyê wî hincirî û her çiqas li serê wî kask hebe jî dîsa ji bo kaskê serê wî neparast.
Di civîna çapemeniyê de li ser pirsa dê Mîchael Schûmacher kengî bê li ser xwe gotin ku hemû tedawiyên ku hewce diikin hatin kirin, lê belê ne mimkun e ku mirov tiştekî teqez bibêje.
Bijîşkan got ku Schûmacher li ber mirinê li ber xwe dide û bal kişandin ku di vê rewşê de nikarin tu texmînan bikin û gotin ku ji bo teşhîsê hê jî gelekî zû ye.
Hat ragihandin ku Schûmacher niha hewceyî emeliyeteke duyem nîne.
Pîlotê efsanewî yê alman Schûmacher di Formûla 1ê de di navbera salên 1994 û 2004an de 7 caran bû şampiyonê cîhanê û di 3yê kanûna paşîn dê bibûya 45 salî.
Pîlotê efsanewî yê Formûla 1ê dema ku li Çiyayên Alpê yên Fransayê danê sibê bi keça xwe re xwe kaş dikir ketibû û her çiqas kaska wî hebe jî dîsa serê wî li kevir ketibû û bi xedarî birîndar bibû. Peywirdarên pîstê tedawiya ewilîn kirin û ew birin nexweşxaneyeke li Moûterîsê. Schûmacher pişt re jî sewqî Nexweşxaneya CHÛ Grenobleyê ya li Grenobleyê kiribûn.