ERZÎNCAN
Wezîrê Ragihandin, Deryavanî û Ragîhaştinê Bînalî Yildirim, der barê pîlotên Tirk yên li Lubnanê hatibûn revandin de got: "Tu bazarî ne mewzûbehs in. Lê meqamên fermî yên Lubnanê bi wan re têkiliyên pêwist danîn."
Wezîr Yildirim li Refahiyeyê bêşdarî 'Mihrîcana Çand û Hingivê' bû. Yildirim di mihrîcanê de bi welatiyan re govend girt û pişt re pirsên rojnamevanan bersivandin.
Yildirim diyar kir ku der barê pîlotên hatin revandin de piştî bûyerê li Wezareta Karên Derveyî pêwendiyên diplomatîk yên pêwist pêk hatin.
Yildirim got hevdîtin bi erênî didomin û wiha pê de çû: "Em hêvî dikin ku ked û xebata em didin bigihêje serî û pîlotên me serbest bên berdan."
Yidirim li ser pirsekê got: "Tu bazarî ne mewzûbehs in. Bi tenê meqamên fermî yên Lubnanê bi wan re pêwendiyên pêwîst danîn. Xebat û hevdîtin ji wî alî ve didomin."