Wezîrê Karên Derva Ahmet Davudoglu bû mêvane bernameya "Îskele Sancak"a ku di Kanal 7an de tê weşandin û mijarên di rojevê de nirxand.
Ahmet Davudoglu diyar kir ku hingî pîlotên tirk li Lubnanê hatine revandin em ketine nav xebateke mezin û me ji van xebatên xwe hinek bi gel re jî parve kirin.
Davutoglu bal kişand ku malbatên pîlotan bi sebr tevdigerin û wiha axivî: "Ev çend roj in ji bilî dîplomasiya telefonê, gelek hewldanên MÎTê jî hene. Birêz Serokwezîr bixwe jî pêvajo şopand. Di vê eydê de jî em der heqê vê meselê gelekî xebitîn. Ji îro pê ve geşedanên baş hene, Serokwezîrê Lubnanê birêz Mîqadî jî ev pêşveçûnana teyîd kir. Mîqadî jî der heqê van geşedanên baş de ez agahdar kirim. Bes prensîbên me hene. Heya ku hemwelatiyên me xwe negihînine cem me, em ê bi temkîn tevbigerin. Çawa ku Serokwezîrê me jî got di vê mijarê de geşedanên baş hene. Înşellah piştî çend roj û saetan em ê bigihêjin pîlotên xwe. Ew ê bigihêjin malbatên xwe. Ez dikarim bêjim ku di vê mijarê de asteng neman. Ji bo prosedûran û tevdîrên ewlekariyê divê ku hin gav bên avêtin. Ji bo alîkariyê em ji hemû kesên eleqedar re spas dikin."
Davutoglu got ku malbatên pîlotan jî bi pîlotan re axivîne û kelecaneke mezin bi wan re hebû. Înşellah em hêvî dikin ku em ê di demeke nêz de mizginiya xêrê bidin.