Mahmut Geldi
04 Tebax 2021•Rojanekirin: 04 Tebax 2021
Sekreterê Giştî yê Hîzbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah li ser pevçûna ku di 1ê tebaxê da di navbera alîgirên Hîzbullahê û eşîrên Ereb ên Lubnanî (Erebên Bedewî) da derket got ku heke Hîzbullah daketa qadê wê bihata meneya dayîna biryara şerê navxweyî.
Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî ya Lubnanê, Nasrallah di hevdîtina ku bi xetîbên Huseyniyeyên Şîe ra kir da li ser pevçûna ku çend roj berê li başûrê Beyrûtê di navbera alîgirên Hîzbullahê û mensûbên eşîrên Ereb da bi çekan derket, sekinî.
Nasrallah der barê bûyerên ku 2 alîgirên Hîzbullahê tê da hatin kuştin da wiha axivî:
"Heke Hîzbullah daketa qadê, ev ê bûbûya biryara şerê navxweyî. Her wiha hin kes ji bo ku bi me ra şer bikin, çekan tînin. Hewldanên ku Hîzbullahê bikişînin nava şerê navxweyî bi Herîrî (Serokwezîrê ber Refîk Herîrî ku di 2015an da bi sûqestê hat kuştin) va dest pê kir. Dixwazin bi vê jî şerekî navxweyî derxin."