Abdullah Tel
12 Gulan 2017•Rojanekirin: 13 Gulan 2017
ANKARA
Rêxistina Hîzbullahê ya Îran piştgirê wê ye her çiqas bibêje ku ji ser sînorê Libnan-Sûriyeyê vedikişe jî ji bo parastina rejima Beşar Esed li welêt herî kêm 10 hezar milîtanên çekdar bi cih kiriye.
Lîderê Hîzbullahê Hesen Nasrallah duh daxuyanî da û ragihand ku ew hêzên xwe yên ji ser sînorê Libnanê vedikişînin lê digel vê gelek deverên Sûriyeyê ji hêla milîtanên rêxistinê va hatiye dagirkirin.
Unsûrên Hîzbullahê herî zêde li başûrê Sûriyeyê, başûrê ser sînorê Libnanê yê nêzî paytext Şamê û bajarê Qunteyra û Derayê bi cih bûne.
Milîtanên biyanî li eniyên bakurê rojavayê welêt, çoltera Lazqiyeya wek kela rejimê tê zanîn, navenda bajarê Helebê, li çoltera rojava û bakurê wê û li bakurê Hemayê bi muxalifên herêmî ra şer dikin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê li Sûriyeyê ji çavkaniyên li eniyên şer in berhev kirin Hîzbullahê li giştiyê welêt bi qasî 10 hezar milîtanên xwe bi cih kirine.
Hêzên muxalif cara ewil di dawiya sala 2012an da li eniyên şer rastî milîsên Hîzbullahê hatin lê Hesen Nasrallah demeke dirêj hebûna li Sûriyeyê înkar kir. Di demên ewil da rêxistin li navçeyên Zebadanî û Kalamûna ser sînorê Libnanê çalak bû û paşê nêzî 6 meh şûnda li çoltera Humsê û navçeya Qusayrê piştgiriya didan rejimê îlan kirin.
Di şer û pevçûna Hîzbullah û muxalifan da ji rêxistinê gelek milîs hatin kuştin û tê gotin ku hejmara miriyên rêxistinê bi hezaran tê hesabkirin.
Hîzbullahê li ser navê rejimê êrîş bir ser herêmên Madaya, Zebadanî û Kendalê Baradayê ya ser Şamê ku bi deh hezar sivîl lê hebûn û ew der dorpêç kiribû. Milîtanên rêxistinê derûdora cihên milet lê bûn tijî mayîn kirin û gel ji alîkariyên mirovahiyê mehrûm hiştin. Ji ber ku şert û merc pir xerab bûn welatiyên li wir û muxalifên çekdar ji mecbûrî ji herêmê derketin.
Li Sûriyeyê hê jî gelek komên terorîst yên biyanî ku Îran piştgiriyê dide wan hene.