Fatih Gazioğlu
12 Gulan 2017•Rojanekirin: 12 Gulan 2017
CENEVRE
Komisertiya Bilind ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (BMMYK) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ji Mûsila bajarê Iraqê heta niha 630 hezar sivîlî cihê xwe terikandiye.
Berdevkê BMMYKê Andrej Mahecîc li Ofîsa NYê ya Cenevreyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Mahecîc destnîşan kir ku ji bo rizgarkirina Mûsilê operasyon bê navber dewam dikin û wiha peyivî:
"Niha li Mûsilê rîskeke mezin heye. Gelek mirov ligel me diaxivin û dibêjin xurek, av û xaza me tuneye. Hin malbat dibêjin roje tenê danekî xwarinê dixwin. Ew jî tenê nanek û av e."
Mahecîc got ku li gor reqamên ji meqamên fermî yên Iraqê hatin stendin, ji Mûsilê heta îro 630 hezar sivîl ji cihên xwe hatine kirin û mexdûr bûne.
Mûsila duyemîn bajarê mezin ê Iraqê di hezîrana 2014an de ketibû kontrola DEAŞê. Hêzên Iraqê di mijdara 2016an de aliyê rojhilatê parêzgehê xilas kiribû. Herwiha di 19ê sibatê de ji bo rizgarkirina rojavayê Mûsilê, 4ê gulanê de ji bo xilaskirina bakurê rojavayê operasyon dabûn destpêkirin.