Alîkarê Serokê Meclisa Bajêr a Mûsilê Nurettîn Kaplan destnîşan kir armanca sereke ya hikûmeta Iraqê ew e ku Enbarê ji DAEŞê rizgar bikin û got operasyona Mûsilê hat taloqkirin.
Kaplan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji ber ku operasyona Tikrîtê, peyra jî operasyona Ramadiyê dest pê kir, operasyona Mûsilê hat taloqkirin."
Kaplan destnîşan kir ku ji bo operasyona Mûsilê amadehî ji berê da dest pê kirin û wiha got: "Li nêzî Mûsilê ji bo polês û leşkeran kampên perwerdeyê hatin çêkirin. Wê piştî rojiyê operasyone dest pê bikira. Ji ber operasyona Tikrîtê, peyra jî operasyona Ramadiyê dest pê kir, operasyona Mûsilê hat taloqkirin."
Kaplan diyar kir ku artêşa Iraqê ji bo Ramadiyê seferber bûye û wiha got: "Heta Ramadî rizgar nebe, operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê nake. Lerwa artêşa Iraqê li sê herêman di heman demê de nikare şer bike."
Kaplan destnîşan kir ku di ciyê artêşa Iraqê de Haşdî Şabî ku ji milîsên şiî pêk tê, tê bihêzkirin û wiha xeberda: "Çek û cebilxane didin Haşdî Şabî û pêşmergeyan, lê hêzên sunî yên ku ji bo rizgarkirina Mûsilê amadehiyê dikin bê çek û cebilxane ne."
Kaplan diyar kir ku budçeya hêzên sunî ku wê di operasyona Mûsilê de cî bigirin tuneye û wiha got: "Li Kampa Mûsilê bi mehan e perwerde tê dayîn, lê budçe tuneye. Em li Bexdayê bi Serokwezîr, Serokomar û Serokê Parlementoyê re axivîn. Lê hê tu tişt nehatiye kirin."
Mûsil piştî Bexdayê bajarê herî mezin ê Iraqê ye. Piştî ku artêşa Iraqê vekişiya di 10ê hezîrana 2014an de ket destê DAEŞê.