Serokê Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama bi minesebeta remezanê li Qesra Spî fitar da.
Di fitarê de nûnerên civaka misliman yên Li DYAyê, endamên misilman yên Kongreyê Andre Carson û Keîth Ellîson cih girtin. Ji bilî wan Samantha Elaufa ku mexazaya Abercrombie&Fitchê ji ber ku sergirtiyê hilnedabû kar û Balyozê Washîngtonê yê Tirkiyeyê Serdar Kiliç, nûnerên dîplomatîk yên welatên misliman bêşdarî fitarê bûn.
Obama di fitarê de axivî û got ku remezan ji bo mislimanan girîng e û di remezanê de divê "fedakarî, dîsîplîn û Sebr" hebe. Obama ragihand Quran ji mirova re dibêje ku li ser rûyê erdê baldarî tevbigerin û wiha dewam kir: " Baweriya me çi dibe bila bibe em hemû malbatek in"
Obama destnîşan kir ku dema nirxên Welêt tên tehdîtkirin, weke netewe dibin yek. Obama 3 ciwanên misliman yên ku çend meh berê hatin kuştin û êrîşa ku di hefteya borî de li ser dêra Charleston dîrokî hat kirin, bibîr anî.