Serokê DYAyê Barack Obama, beşdarî hevdîtina Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesût Barzanî ya li Qesra Spî hat kirin, bû.
Li gor daxuyaniya Qesra Spî, di hevdîtinê de li ser mijarên wek têk birin û ji holê rakirina DAEŞê, pêdiviyên gelê Iraqê sekinîn. Herwiha ji bo hemû komê li Iraqê bikin yek û hevkariya di nav wan de xurttir bikin axivîn. Hat ragihandin ku ji bilî van mijaran li ser hin mijarên din jî hevdîtin hat kirin.
Di daxuyaniyê de cih dan van îfadeyan:
"Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Obama û Bîden ragihand ku DYAyê heta niha piştgirî da HKI û gelê Kurd û dê ev piştgiriya DYAyê dewam bike. Herwiha DYAyê di çarçoveya 'Peymana Çarçove ya Stratejîk' de, wekî ku di destûra bingehîn a Iraqê de jî hatiye destnîşan kirin dê ji bo teahûdkirina Iraqeke yekbûyî, federal û demokratîk hewl bide. Him Obama him jî Bîden metha wêrekiya pêşmergeyên Kurd da û ji bo yên ku di şerê dijî DAEŞê de mirin jî ser saxî da. Barzanî jî ji bo alîkariya eskerî ya DYAyê ku piştî dagirkirina Mûsilê ji bo parastina Hewlêrê da ji sipasiya Obama û Bîden kir. Her du aliyan jî li ser giringiya xurtkirina têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê de li hev kir. Li herêmê bi milyonan sivîl ji ber şer û pevçûnan mexdûr bûn, ji bo alîkarîdayînê her du aliyan dîsa li hev kir."