Serokê Herêma Kurdistanê (HKI) Mesûd Barzanî der barê niqaşên serokatiyê de wiha got: "Bila dilê her kesî rehet be, di vê rekabeta demokratîk de wê tu xeletiyek çênebe. Pêşmerge û hêzên ewlehiyê wê tekiliya pêvajoya siyasî nebin."
Barzanî û Wezîrê Berpirsyarê Kabîneya Polîtikayê Hikûmeta Îngiltereyê Olîver Letwîn, li Selahaddînê li avahiyê serokatiyê hatin bal hev û li ser pevçûnên Rojhilata Navîn, operasyona xilaskirina Mûsilê û niqaşên serokatiyê axivîn.
Ofîsa Barzanî axaftina Barzanî bi nivîskî weşand. Barzanî di axaftina xwe de wiha got: "Niqaşên serokatiyê di nav rewşeke demokratîk de dimeşe. Bila dilê her kesî rehet be, di vê rekabeta demokratîk de wê tu xeletiyek çênebe. Pêşmerge û hêzên ewlehiyê wê tekiliya pêvajoya siyasî nebin."
Barzanî destnîşan kir ku hêzên pêşmergeyan gihîştine asteke taybet û wiha dewam kir: "Bûyerên dawîn nîşanî me da ku pêşmerge xwedî dozekî ne. Pêşmerge ji qaliba partiyê derketine û gihîştine asteke taybet û pir baş jî welat diparêzin. Em li hember rêxistina terorê DAEŞê di heman eniyê de ne û heke em tekoşîneke hevpar bikin em ê bi ser bikevin."
Barzanî behsa operasyona xilaskirina Mûsilê jî kir û wiha axivî: "Hin xusisiyetên Mûsilê hene. Piştî şerê DAEŞê divê him gelê Mûsilê û him jî nijadên din re soz bê dayîn. Felaketa Mûsilê divê car din çênebe. Têkîlî û pêvajoya siyasî ya di navbera nijad û dinên din divê baş bimeşe."
Olîver Letwîn jî behsa tekoşîna pêşmergeyan a li hemberî DAEŞê kir û got ku ev tekoşîn him ji bo Rojhilata Navîn û him jî dinyayê pir girîng e.
Olîver wiha axivî: "Dinyayê mêla xwe daye li ser tekoşîna pêşmergeyan. Hêzên pêşmergeyan li hember DAEŞê tekoşîneke pir girîng didin. Li hember vê rêxistina terorê serkeftina wan divê bê pîrozkirin."