HEWLÊR
Tirkmen piştgiriyê didin, dirêjkirina maweya wezîfeya Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesût Barzanî.
Parlementerê Eniya Tirkmena yê Iraqê Aydin Marûf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Di vê serdema ku hê pirsgirêka DAEŞê berdewam dike de, Barzaniyê ku ji hêla siyasî û leşkerî ve xwedî tecrubeye, divê li ser wezîfeyê be. Dirêjkirina maweya wezîfeya Barzanî di vê serdemê de girîng e. Li gor me divê di serdemekî wiha de Barzanî dest ji wezîfeyê neke."
Parlementerê Listeya Guherînê ya Tirkmena ya Iraqê Mihemmed Îlhanli jî got: "Tirkmen dixwazin Barzanî li ser wezîfeyê bimîne. Serokê ku herî zêdê nêzî Tirkmenan e Mesûd Barzanî ye. Ji bo vê yekê dixwazin Barzanî cardin bibe Serok."
Îlhanli got gava mirov bala xwe dide têkiliyên Barzanî yên bi welatên derdorê û welatên rojava re, mirov dibîne ku têkilidanîna wî li gor serokên din baştir e û wiha dewam kir: "Barzanî di mijara têkilîdanînê ya bi welatên din re serkeftî ye. Bi taybetî têkiliyên bi Tirkiyeyê re danî girîng in. Herwiha destûrê neda Îran û welatên din da ku herêmê bixin bin kontrola xwe."
Îlhanli got ku ji bilî dirêjkirina maweya serokatiya Barzanî, tu çareya wan tune û wiha pê de çû: "Wekî ku xuya dike qeyrana aborî û şerê herêmê berdewam e. Di nav van şert û mercan de nemimkun e ku hilbijartin bê kirin, dê maliyeta wê zehf zêde be. Niha çareseriya herî baş dirêjkirina maweya wezîfeyê ye. Ji bo vê jî divê di zagona bingehîn de guherînek bê kirin."
Îlhanli destnîşan kir ku partiyên siyasî yên din jî piştgiriyê didin Barzanî da ku ser wezîfeyê bimîne û wiha dewam kir: "Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran dixwazin, maweya wezîfeya Barzanî bê dirêjkirin û ji bo vê piştgirî didin. Lê belê her du partî jî dixwazin sîstema hilbijartinê bê guhertin. Dixwazin serokê herêmê ji aliyê parlementoyê ve bê hilbijartin. Herwiha dixwazin derbasî sîstema parlementeriyê bibin û erkên dorfireh ên Serokê Herêmê jî dewrî meclisê bê kirin."
Mesûd Barzanî di sala 2005an de ji aliyê gel û di sala 2009an de jî ji aliyê Parlementoyê ve wekî Serokê HKIyê hatibû hilbijartin. Peywira Barzanî di sala 2013an de xelas bibû, lê Parlementoyê peywira wî heta 20ê Tebaxa 2015an dirêj kiribû. Niha Parlemento dubare xwe amade dike ku peywira Barzanî dirêj bike.
Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê ji 111 parlementeran pêk tê. PDK bi 38, Goran bi 24, YNK bi 18, Yekgirto bi 10, Komele jî bi 6 kursiyan li Parlementoyê tên temsîlkirin. Kursiyên din jî ji partiyên piçûk û kêmneteweyên li herêmê re hatine terxankirin.