Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî got: "Divê xelkê kurd bi rêya referandûmê ve bigîje derfêta mafê çarenûsê. Ev jî divê dûrî şidetê bi aşitî, koordînasyon û hevdufêmkirinê va be. Lêbelê heya wêçaxê ji bo çareserkirina kêşeyan çi ji destê me were emê bikin."
Barzanî di çarçoveya seredana xwe ya Washingtonê de li Konseya Atlantîkê axaftinek kir.
Barzanî destnîşan kir ku li herêmê DAEŞ rêxistineke terorê ya nû nîne, dûvika El-Qaîdeyê ye, lêbelê cudahiya wan a ji El-Qaîdeyê jî şovenîzm e û wiha got: "DAEŞê da nîşan ku li hemberê mirovahî, dîrok, azadî û hemû nirxên demokratîk û mirovayetiyê ne."
Barzanî diyar kir ji ber serketinên li dijî vê rêxistinê ew serbilind in û wiha pê de çû: "Pêşmerge li pêşiya eniyê ji bo dinyayeke azad şer dike. Herwiha Pêşmerge dawî li mîta DAEŞê anî ku wekî nayê şkestin û 20 hezar kîlomêtro ax ji rêxistinê paqij kir û rêxistin qewirand."
Barzanî destnîşan kir ku kurdan ji Xaneqînê heta Kobanê li ser xeteke hezar û 500 kîlomêtroyî li hemberê DAEŞê şer kir û wiha bal kişand: "Helbet bedeleke vê berxwedanê jî heye."
Serokê HKIyê Barzanî diyar kir ku di şerê li hemberê DAEŞê de hezar û 200 Pêşmerge cangorî bûn û 7 hezar jî birîndar bûn û tevî van xesara madî çêbû.
- "Pêdivî bi muhîmat û çekan heye"
Barzanî destnîşan kir ji bo ku şerê li hemberê DAEŞê bi biryardar bikaribe were domandin û kutakirin hê jî pêdiviya Pêşmerge bi muhîmat û çekên nû heye û wiha xeberda: "Li ser vê xalê îstişareyên me bi Bexda, DYA û karbeşên hevpeymaniyê re berdewam in."
Barzanî ji bo alîkariya wan a di warê têkoşîna li hemberê DAEŞê de spasiya Serokê DYAyê Barack Obama, Alîkarê Serok Joe Biden û rêveberiya DYAyê kir û wiha berdewam kir: "Di civîna duhê ya li Qesra Spî de Obama û Biden xwestin ku di destê Pêşmerge de çek û muhîmatên bitesîr hebin. Jixwe a muhîm çek bixwe ne. Zêde gîrîng nîne ku ka ev çek wê çawa û bi kîjan rêyan werin."
- "Mafê çarenûsê"
Barzanî li ser pirsekî wiha xeberda: "Wekî Sûriyeyê Iraq jî ji sê stûnan ji kurd, erebên sunnû û şîa û ji tirkan pêk tê. Di avakirina dewletê de hat gotin ku bingeha welat dê ji şîriktiya kurd û ereban pêk were, lêbelê ev neçû serî."
Barzanî destnîşan kir ku ji bo lihevkirinê hewla wan berdewam e û wiha axivî: "Lêbelê ev nayê wê wateyê ku dê li pêşiya mafê çarenûsiya me bibe asteng. Divê xelkê kurd bi rêya referandûmê ve bigîje derfêta mafê çarenûsê. Ev jî divê dûrî şidetê bi aşitî, koordînasyon û hevdufêmkirinê va be. Lêbelê heya wêçaxê ji bo çareserkirina kêşeyan çi ji destê me were emê bikin."
Barzanî ji bo pirsa der heqê "serxwebûnê" de wiha xeberda: "Ez nikarim bêjim ka kengî, lê Kurdistana azad di rê de ye. Referandûma me wê pêk were, lê aniha em bi têkoşîna li dijî DAEŞê re mijûl in, ji ber wê hat taloqkirin lê wê pêk were."
- "Ji bo rizgarkirina Mûsilê çi ji destê me were emê bikin"
Barzanî diyar kir ku hebûna DAEŞê ya li Mûsilê hem ji bo herêma kurdan, hem ji bo tevahiya Iraqê û hem jî ji bo herêmê xeter e.
Barzanî wiha dewam kir: "Ji bo rizgarkirina Mûsilê çi ji destê me were emê bikin. Li ser vê xalê îstişareyên me bi Bexda, DYA û karbeşên hevpeymaniyê re berdewam in."
- "Pêywendiyên me yên baş bi Tirkiyeyê re hene"
Barzanî ji bo pirsa der heqê kurdên li herêmên din jî wiha axivî: "Li herêmê her perçeyek xwedî xusûsiyete cuda ye. Ji ber vê em piştgiriya her cure çareseriya aştiyane û demokratîk dikin."
Barzanî bal kişand çawa ku li Kobanê pêk hat, li kuderê pêdiviya kurdan bi me çêbe, em amade ne ku alîkariya wan bikin. Di pêvajoya çareseriyê de jî me alîkariya wan (kurd) kir û em dikin jî. Em hevîdar in ku ev prosesê bi ser bikeve."
Barzanî memnûniyeta xwe ya ji ber peywendiyên bi Tirkiyeyê re bi taybetî yên di warê aboriyê de îfade kir.