Serokê Komîteya Hiqûqê ya Lijneya Rêveberiya Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (SMDK) Heysem el-Malîh diyar kir ku 60 hezar şervanên Îranê li Sûriyeyê hene.
Malîh ê ku ji bo hevdîtinan hat Cenewreyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew naxwazin Îran beşdarî civînên li Cenewreyê bibe û wiha got: "Îranê Sûriyeyê dagir kir. Ji hîzbûllahê, ji hûsiyên Yemenê, ji Iraqê, Pakistanê, Efqanistanê 60 hezar şervanên Îranê li Sûriyeyê hene."
Hevdîtinên Sûriyeyê duh destpêkir û tê çaverekirin ku civîn nêzî 4-6 hefteyan dewam bikin.