Berdevkê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (SMDK) Luey es-Safî got ku heta ku civaka navneteweyî li hember êrîşên sivîl û dibistanan yên ku rejîm dike nesekine ew dê beşdarî Konferansa Cenewre-2ê nebin.
Safî nûçegihanê AAyê re got ku rejîma Esed êrîşên xwe her diçe zêde dike. Li hember vê rewşê çûyîna Konferansa Cenevre-2ê tiştekî bêmantiqî ye.
Safî der barê Civîna Lijneya Giştî ya SMDKyê ya ku dê di meha çileya paşîn de li Stenbolê bê lidarxistin jî axivî û wiha got: "Heke civaka navneteweyî hember êrîşan bêdengiya xwe biparêze, di civînê de biryar bê dayîn ku ew beşdarî konferansê nebin."
Artêşa Sûriyeyê ev sê roj in ku li bajarê Helebê bi bombeyên warilê ve êrîşan dikin û 200 kesan zêdetir kes mirin. Dîsa hêzên Esed êrîş li dibistanekê kirin û di êrîşê de xwendekar, mamoste û xebatkarên li wir bi tevahî 18 kes miribûn û 40 kes jî birîndar bibûn.
Konferansa Cenevre-2yê dê 22ê çileya paşîn 2014an de bê lidarxistin.