WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Marîe Harfê diyar kir ku ew JÎ nêz ve operasyona gendeliyê ya li Stenbolê dişopînin û got ku ew li bendê ne ku sîstema darizandina Tirkiyeyê zelal, di wextê de, bi edalet û li gor standardan be.
Der barê operasyonê de hîn pirs ji Harfê hatin pirsîn. Harfê got: "Der barê binçavkirinan de nûçeyan dişopînim" û wiha dewam kîr: "Helbet em ji nêz ve mijarê dişopînin. Der berê vê de şîroveyeke me ya taybet tune. Lê helbet em li bendê ne ku sîstema darizandina Tirkiyeyê zelal, di wextê de, bi edalet û li gor standardan be."