Masûm beşdarî konferansa "Li Iraqê Aştî û Ewlehî" ya li Parîsê hat lidarxistin bû û di vekirina konferansê de axivî.
Masûm bal kişand ser rewşa Iraqê û got ku Iraq bi koma herî xeternak a terorê re rûbûrû ye.
Masûm got ku milîtanên DÎŞIyê nabêjin ev zarok e ev jin e û hemû kesên ku wek wan nafikirin, dikujin. Masûm got ku DÎŞIyê xiristiyan, şiî, sunî û tirkmenên li herêmê hedef girtiye û li herêmê sucê mirovahiyê pêk tîne.
Masûm got ku DÎŞI, êrîşê mizgeft û dêran dike û divê ber li van êrîşan bê girtin. Masûm bangî civaka navneteweyî kir û got ku daxwaza wî ev e ku civaka navneteweyî ji hewayê mudaxaleyê DÎŞIyê bike.
Serokomarê Iraqê, di serî de spasiyên xwe pêşkêşî Tirkiyeyê û welatên ku alîkariya însanî û lojîstik dan Iraqê, kir.
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande jî axivî û got ku armanca vê konferansê ew e ku, piştgirî bidin erkdarên iraqî yên ku li dijî rêxistina terorê ya DÎŞIyê têdikoşin.
Hollande, destnîşan kir ku DÎŞI him êrîşê rojnameger û him jî êrîşê sivîlan dike, herwiha milîtanên rêxistinê êrîşê kêmnetewe yên li herêmê jî dike. Hollande got ku rêxistin ne tenê ji bo herêmê ji bo hemû dinyayê xetere ye û divê planeke têkoşînê ya navneteweyî bê amade kirin. Hollande wiha dewam kir: "Divê em nesekinin, dema me ya ji bo seknê tuneye. Pêdiviya gelê herêmê bi alîkariya însanî heye. Ji bo jin û zarokên herêmê zêdetir mexdûr nebin, mudaxaleyê herêmê bê kirin."
Hollande got ku divê alîkariya leşkerî jî bidin Iraqê û got ku Fransayê malzemeyên ku pêdiviya herêmê pê heye şandiye.
Hollande got ku şert e ku mirov bersiveke siyasî bide xetereya terorê û diyar kir ku dê piştgirî bidin hêzên muxalîf ên demokratîk ên Sûriyeyê û Libnanê. Hollande wiha dewam kir: "Divê em piştgiriyê bidin herêma Libnanê ya ku zêdetirî 2 milyon penaberan hewand."
Malovaniya konferansê Fransa dike û nûnerên DYA, Almanya, Yekîtiya Mîrektiyên Ereban (YME), Danîmarka, Tirkiye, Hollanda, Iraq, Îngilistan, Îspanya, Japonya, Qanada, Qatar, Kûveyt, Libnan, Misr, Norveç, Federasyona Rûsyayê, Erebistana Siûdî, Oman, Bahreyn, Urdun, Yekîtiya Ereban, YE û NYyê beşdarî konferansê bûn.