Endamên rêxistina terorê ya PKKyê li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi êrîşên xwe yên li dijî bendavan, tenê zirarê nadin bendavan, zirarê didin debara gelek kesên ku di bendavan da dixebitin.
Endamên rêxistinê ji çêkirina bendavên ku ji bo pêşketina herêmê girîng in, aciz dibin. Endamên rêxistinê di ciyê ku çekan daynin û derkevin derveyî welêt çalakiyên xwe yên ku zirarê didin pêvajoya çareseriyê dewam dikin.
Ji bo pêşketina herêmê projeyên bi navê Karl Kizi Dicle û Sîlvanê dewam dikin. Bi saya van projeyan wê bi hezaran kes debara xwe bikin, pirsgirêka avê çareser bibe û wê çandinî pêş keve. Endamên Rêxistinê naxwazin proje temam bibin û ji ber vê jî êrîşî bendavan dikin û wesaîtên ku di çêkirina bendavan da dixebitin dişewitînin û teqemeniyan dikin devê rê.
- Bendavên ku temam bûn feydeyeke mezin didin herêmê
Digel êrîşên rêxistinê li herêmê çêkirina projeyan dewam dike û bendavên ku temam bûn feydekeye mezin didin herêmê. Bi saya projeyan meseleya ceyran û ava vexwarinê çareser dibe û çandinî pêş dikeve. Li derdora bendavan jî ciyên tûrîzmê vedibin.
Mustafa Tarhanê ku li gola bendavê restorantê dişxulîne destnîşan kir ku bi saya bendavan aborî pêş dikeve û wiha got: "Beriya bendavan vir beyar bû. Haya kesî ji vir tunebû. Bi saya bendavan çandinî pêş ket, aborî pêş ket. Esnaf jî ji ber vê kêfxweş bûn. Heger bendava Sîlvanê jî temam bibe, -lê tim rêxistina terorê êrîş dike-, wê feydeyeke mezin bide herêmê. Bi saya bendavan gelek kes debara xwe dikin."