Li Batmanê di xwepêşanên bêdestûr de kesekê ku birîndar bû, li nexweşxaneyê mir.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, li hin kûçe û kolanên Batmanê bi hinceta êrîşên DÎŞIyê xwepêşanên bêdestûr hatin kirin. Di xwepêşanan de Emrah Demirê 22 salî giran birîndar bû. Demir rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Batmanê, lê Demir li vê derê mir.
Di bûyeran de heta niha li Diyarbekirê 8, li Sêrtê 2, li Vartoya navçeya Mûşê kesek û li Batmanê jî kesek, bi tevahî 12 kes mirin.