Kurdên sûriyeyî yên 6 meh berê ji ber şerê di navbera DÎŞI û hin komên kurd de, revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê, bi ken û kêf vedigerin welatê xwe.
DÎŞIyê par di meha îlonê de êrîş bir ser Kobanê, kurdên sûriyeyî yên herêmê jî mecbûr man ku xwe bispêrin Tikiyeyê. Sûriyeyî li ser rawestina şer û pevçûnan, niha vedigerin welatê xwe.
Sûriyeyiyên ku bê hêvî mabûn, xwe sipartibûn Tirkiyeyê dibêjin ku Tirkiye ji wan re deriyên xwe vekir, malovaniya wan kir û ew ji Tirkiyeyê re sipas dikin. Welatî niha bi vegera welatê xwe kêfxweş in.
Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û daxuyand ku wan hevkarî kir û ev krîz bi serkeftî derbas kir.
Çîftçî destnîşan kir ku di nav 2 rojan de, 130 hezar kes derbasî Sirûcê bûn û bi tu penaberî tiştek nehat, ez ji bo vê jî spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesên ku bûn alîkar dikim.
Çîftçî got ku êdî penaber hêdî hêdî vedigerin welatê xwe û wiha dewam kir: "Ji AFADê bigre heta Heyva Sor a Tirka hemû saziyên dewletê mal û zarokên xwe dan aliyekî û ji bo penaberên sûriyeyê hewl dan. Pêvajo bi awayekî erênî bi dawî bû. Lê belê ew ê ji bo demekê hin penaberên sûriyeyî li Sirûc û derdora herêmê bimînin. Em amadehiyên xwe li gor vê dikin."
- Bi kelegirî hatin bi ken û kêf vedigerin
Çîftçî got ku gava penaber cara ewil hatin Tirkiyeyê û bi tirs bûn; lê niha hemûyan fêm kir ku Tirkiye welatekî çawa ye.
Çîftçî wiha dewam kir: "Dema ku ev mirovana hatin herêmê, pêşdarazê wan hebûn û fikrên wan ên der barê herêmê de ne baş bûn. Lê şikir ku niha me rastiya Tirkiyeyê nîşanî penaberan da û di mêjiyê penaberên ku vedigerin de fikreke cuda heye. Li vir hemû penaberên kurd, tirk, ereb, çerkez û yên din fêm kir ku heke ji Tirkiyeyê nebûya cihek tunebû ku xwe bispêrinê. Bi vî awayî Tirkiye nas kirin, gelê Tirkiye û gelê Sûriyeyê ji nêz ve hev du nas kir. Her wiha êdî bêtir qîmetê didin Tirkiyeyê."
Ji penaberan Selîm Dergo jî got ku me mal û welatê xwe terikand û em hatin vir, em nebawer bûn ku cardin vegerin welatê xwe û wiha axivî: "Pir na, 7 meh berê em tevî zarok û zêçên xwe bi kelegirî hatin Tirkiyeyê. Gelê Tirkiyeyê em pêşvazî kirin û me li vir penaberiya xwe jibîr kir. Xwedê ji wan razî be. Şikir şer û pevçûnên herêmê bi dawî bûn û em vedigerin welatê xwe."