BEXDA
Hat daxuyandin ku hêzên ewlehiyê ji bo ku herêma Garmaya Enbarê ji DÎŞIyê bistîne operasyon da destpêkirin.
Fermandarê Hêza Operasyonên Bexdayê Korgeneral Abdulemîr el-Şammarî got: "Heke em herêmê bi dest bixin, pêşî li hemû alîkariyên ku digihîjin DÎŞIyê wê were birîn."
Şammarî daxuyanî da bi bîr xist ku Garma ji zûva destê DÎŞIyê de ye û herêmeke stratejîk e û got ku paşvestandina vê herêmê ji bo ewlehiya Bexdayê gelekî girîng e.
Şammarî wiha axivî: "Hêzên me yên ewlehiyê ber bi navenda Garmayê ve diçin. Herêm ji bo çûn û hatinê cihekî stratejîk e. Heke em herêmê bi dest bixin, pêşî li hemû alîkariyên ku digihîjin DÎŞIyê wê were birîn. Qutkirina alîkariyên ku ji DÎŞIyê re diçe ji bo me pir girîng e. Armanca me ew e ku em DÎŞIyê ji Garmayê derxin."
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmê hat stendin, Girma herêmeke hêşnahî ye û dar û bergên wê zêde ne. Di navbera salên 2005 û 2007an de li dijî eskerên Amerîkayê herî zêde li vê herêmê bûyerên tundî derketine. Leşkerên Amerîkayê piştî pevçûnên dûr û dirêj herêm bi dest xistibû.
Garma 40 kîlomêtre dûrî Bexdayê, 13 kîlomêtre dûrî Fellûceyê ye. Tê gotin ku heke ev herêm bikeve destê hêzên ewlehiyê, ewlehiya paytex wê bi piranî çêbibe û êrîşên bibombe wê kemtir bibin.