QUDS
Hat ragihandin ku di hilbijartina giştî ya berwext a Îsraîlê de jimartina reyan ji sedî 99 temam bû.
Li gor daneyên Komîteya Hilbijartinê ya Navendê ya Îsraîlê, li welêt qasî 6 milyon hilbijêrên qeydkirî hene û ji sedî 71,8ê wan çûn ser sandoqê. Li gor vê Lîkuda partiya Serokowezîr Binyamîn Netenyahû bû yekem. Li gor hejmara herî dawiyê Lîkutê 30 parlementer şandin meclisê.
Hejmara parlementerên partiyên din ên ku ji barajê derbas bûn jî wiha ne:
"Yekîtiya Siyonîst: 24, Lîsteya Ereban a Yekbûyî: 14, Yeş Atid: 11, Kulanu: 10, HaBayit HaYehudi: 8, Şas: 7, Yahudîtiya Torayê ya Yekbûyî: 6, Yisrael Beitenu: 6, Meretz: 4"
Li Îsraîlê ji bo avakirina hikûmetê divê herî kêm 61 parlementer hebin. Lêbelê li gor encama hilbijartinê tu partî nikare bi serê xwe hikûmetê ava bike. Ji ber vê yekê divê hikûmeta koalisyonê bê avakirin.
Piştî ku encamên fermî eşkere bûn, Serokomarê Îsraîlê Reuven Rîvlînê wezîfeya avakirina hikûmetê bide serokê partiya ku herî zêde xwediyê parlementeran e. Divê piştî wezîfedarkirinê serokê partiyê di 42 rojan de hikûmetê ava bike. Heke kesê wezîfedarkirî nikaribe hikûmetê ava bike Serokomar Rîvlînê wezîfeyê bide serokê partiyeke din. Ev namzed jî divê di 28 rojan de hikûmetê ava bike.
Heke ev kes jî nikaribe hikûmetê ava bike wê çaxê 61 parlementerê bên bal hev û ji serokomar bixwazin ku wezîfeya avakirina hikûmetê bide kesekî din. Heke ev kes jî di nav 14 rojan de hikûmetê ava neke wê çaxê meclisê bê feshkirin û di nav 90 rojan de careke din hilbijartin dê bê kirin.
Li gor daneyan Lîsteya Erebên Yekbûyî 14 parlementer şandin meclisê û bû partiya sêyemîn.
Serokê Lîsteya Erebên Yekbûyî Eymen Avde jî piştî reyavêtinê daxuyanî dabû û wiha û gotibû: "Ev hilbijartin wê jiyana welatiyên ereb biguherîne."
Avde li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî dabû û wiha gotibû: "Bersiva şiddet, fitnekarî, zordarî û tehdîtan ancax li ser sandoqan tê dayîn. Wan îro em li derve hîştin û hilnedan nav xwe, siberoj jî heke kesên fikr û ramanên wan dijber hebin wê wan jî hilnedin nav xwe."